Di Mîhrîcana Serbixwe ya Jinan de derfeta nasandina berhemên xwe dîtin

Jinên hewldêr ku îsal beşdarî Mîhrîcana Serbixwe ya Jinan a bi dirûşma ‘Têkoşîna jinên Efrîqayî’ bûn diyar kirin ku bi mîhrîcanê derfeta pêşkêşkirina derfetên xwe dîtine.

HATÎCE ŞEXNA

Morîtanya- Jinên hewldêr ku îsal beşdarî Mîhrîcana Serbixwe ya Jinan a bi dirûşma ‘Têkoşîna Jinên Efrîqayî’ li Morîtanyayê hat lidarxistin bûn, der barê mîhrîcana ku derfeta bazarkirin û nasandina berhemên xwe dîtine de nirxandin kirin. Somaya Mint Azîz ku beşdarî mîhrîcanê bûye diyar kir ku bi riya medyaya dîjîtal fêrî çêkirina kaxezên dîwar, qutiyên aksesuaran, sênî û dekorasyonên tiştan bûye û got: “Ev berhem di civaka Morîtanyayê de xwedî cihekî taybet e. Ji ber vê jî tu maleke ku ev berhem tê de nîn be tune ye.”

‘Mîhrîcan ji bo nasandina projeya min bûye derfet’

Somaya Mint Azîz da zanîn ku tiştên bi armanca dekorê tên çêkirin û bi malzemeyên xwecihî bi hêsanî berhem didin û got: “Berhemên ji aliyê Morîtaniyan ve rastî eleqeyê hatin. Bi giştî Morîtanî, li cihê pîşesaziya xwecihî, pîşesaziya îthal dikarin tercih bikin. Ev cara yekem e ez beşdarî pêşangehek bûm, ez dixwazim zêdetir di van cure pêşangehan de cih bigrim. Ji bo ez projeya xwe bi mirovan bidim nasandin ev mîhrîcan ji bo min bû derfetek.”

‘Ji bo projeyên xwe me gelek perwerde dît’

Salma Adam ku bi malzemeyên xwecihî projeya berhemdana aksesuarên modern bi pêş xistiye got: “Ji bo ev proje bi awayekî rast li hev were, me gelek perwerde dît. Ez li gel gelek hevalên xwe beşdarî van perwerdeyan dibim. Di pêşerojê de ji bo berhemên xwe em dikarin dikanekê vekin. Zêdebûna biha her çendî bandorê li karê me bike jî ez dixwazim qada xwe ya xebatê berfireh bikim.” Salma Adam da zanîn ku mîhrîcan ji bo wan xwedî wateyek gelek mezin e û got: “Di çarçoveya mîhrîcanê de sala borî ez beşdarî pêşbaziyekê bûm û min qezenc kir. Komeleya aştiyê jî fon da û piştgiriya min kir.”

‘Li ser medyaya dijîtal min berhemên xwe bazar kir’

Dizayner Esty Osman destnîşan kir ku di 2020’an de di dema Vîrûsa Covîd-19 de ji zanîngehê mezûn bûye û got: “Min hedef kir ku li ser vê yekê projeya xwe bi pêş bixim, aboriya xwe ya serbixwe bi dest bixim û pêşî li bêkariyê bigrim. Tevî ku kêrhatiya min heye, min xebatên xwe di qada dîzayna modayê de meşand. Min bi dîzayna aksasuar de bi gavên hêsan dest bi kar kir. Di demek wisa zehmet de min projeya xwe xist meriyetê.”

Esty Osman da zanîn ku di pêvajoya pandemiyê dema qedexeya derketinê de, berhemên ku çêkiriye li ser medyaya dijîtal bazar kiriye û wiha got: “Her ku dem derbas bû, der barê berhemên min de eleqe û daxwaz zêde bû. Ji bo ez berhemên xwe berfirehtir bidim nasîn mîhrîcan ji bo min bû derfetek. Di demên pêş de ez dixwazim dikanek vekim.”

Esty Osman destnîşan kir ku Mîhracana Serbixwe ya Jinan ji bo jin projeyên xwe yên biçûk bidin nasîn derfetek e û bang li komeleyên li welatê xwe kir ku ji bo wan qadan vekin.