Gultan Kişanak gelê Wanê pîroz kir: We dîrok nivîsand!

Siyasetmedara girtî Gultan Kişanak, derbarê berxwedana Wanê de peyamek da û got: " Têkoşîna ku we meşandiye bûye dîrok. We dîrokek nivîsand.”

Navenda Nûçeyan – Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê, siyasetmedara girtî Gultan Kişanak, têkildarî berxwedana Wanê peyamek weşand. Pêyama Gultan Kişanak a ji bo gelê Wanê li ser hesabê X’ê yê DEM Partiyê hat weşandin. Gultan Kişanak di peyama xwe de wiha got:

 “Gelê Wanê yê hêja; 

Têkoşîna ku we meşandiye bûye dîrok. We dîrokek nivîsand. We hêviya gelê me ya demokrasî, aştî û azadiyê zêde kir. We nîşan da ku wê tu komplo li dijî vîna gel bi ser nekeve. Ez ji dil û can pîroz dikim û pîroz dikim ku hûn van hestên xweş dane me. Hemû Tirkiyeyê li hemberî berxwedana bi rûmet a gelê Wanê careke din girîngiya parastina demokrasî, hiqûq, edalet û vîna gel dît. Piştgiriya kesên ku piştgiriyê didin demokrasiyê bi gelê Wanê re hişt ku em ji bo pêşerojê xeyalên çêtir bibînin.

Ez ji 7 salî heta 70 salî hemû gelê Wanê yên ku tevlî nava refên vê berxwedana bi rûmet bûne silav dikim û we careke din we pîroz dikim ku dawî li polîtîkaya qeyûm anî."