Berxwedana gelê Kurd tevahiya şevê li gelek bajaran hate pîrozkirin

Bi berxwedana gelê Kurd dayîna mazbata hilbijartinê ya Partiya DEM’ê ji bo Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, li gelek bajaran bi taybet li Wanê heta derengiya şevê hat pîrozkirin.

Navenda Nûçeyan - Piştî biryara dayina mazbataya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan, li gelek bajaran pîrozbahiyên berxwedanê dest pê kirin. 

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di pîrozbahiya li Parka Musa Anter de axivî û got: “Li Meydana Wanê hesabên şaş hatin şikandin û hilweşiyan. We li berxwe da û rûmeta xwe li erdê nehişt. We rûmeta gelê Kurd parast. Em wek gelê Kurd xwedî rêber, gel û hêzeke mezin in. Ev hêz û berxwedan bi felsefeya Birêz Ocalan çêbû. Em bi felsefeya birêz Ocalan bi ser ketin. Rojbûna birêz Ocalan pîroz be. "Em ji vî bajarê berxwedanê dibêjin, rojbûna te pîroz be."

Îdir

Rêxistina DEM Partiyê ya Îdirê, li ber buroya hilbijartinê ya li KOlana Cumhûriyetê şahiyek li dar xist. Bi sedan ciwan û jin beşdarî şahiyê bûn. Ciwanên beşdarî şahyê bûn li ber stranên kurdî û tirkî govend gerandin. Girse berxwedana Wanê bi dirûşmeyan silav kir. 

Stenbol

Bi sedan kesên li ber Rêxistina DEM Partiyê ya Kartalê kom bûn, berxwedana Wanê bi govendê pîroz kirin. Girseyê demeke dirêj dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Berxwedan jiyan e" û "Bijî berxwedana Wanê" berz kir. 

Amed

Li navçeyên Yenîşehîr, Rezan û Peyas ên Amedê jî pîrozbahiyên bi coş hatin lidarxistin. Pîrozbahî bi tilîlî û dirûşmeyan pêk hatin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê, hevşaredarên navçeyan û gelek welatî beşdarî pîrozbahiya ku li çar navçeyan hat lidarxistin bûn. Li gel stranên bi coş govend hatin gerandin, gel gelek caran bê navber dirûşmÊn "Wan rumetame ye", "Bijî berxwedana Wane", Dem ya me ye Şaredarî ya me ye" berz kirin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê û fîşekên hewayî bi dawî bû.
Sûr

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçe Sûrê li Parka Enzeleyê ya Sûrê serkeftina Wanê pîroz kir. Di pîrozbahiyê de sedan kesan  dirûşmeyên weke "bijî berxwedana Wanê", "Bijî berxwedana gelê Kurd", "bijî Serok Apo" û "jin Jiyan azadi" berz kirin û govend gerandin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, hevşaredarên navçeya Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan, rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyê û gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn.

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku gelê kurd sed sal in ji bo ziman û çanda xwe têdikoşe û bi mehan e jî, ji bo xwedîderketina li vîna xwe têkoşîna xwe didomîne. Tekîn, wiha dewam kir: "Gelê Kurd kesên ku îradeya wan tine kirin di sindoqan de defin kirin. Yên ku tehemûl li vê serkeftinê nekirin, li Wanê darbe kirin û gelê berxwedêr li hemberî xwe dîtin. 8 sal in qeyûm tayînî vîna me kirine, lê nikarin tayînî dil û ramanên me bikin. Ya rast xwestin me biceribînin, fikirîn ku ‘Ger em li Wanê qeyûm tayîn bikin em ê li Amedê û li her derê tayîn bikin.’ Lê gelê Kurd li hemberî vê yekê paşve gav neavêt. Ne tenê gelê Kurd lê hemû gelan bi ser ketin. Me plan dikir ku pîrozbahiya hilbijartinê li dar bixin lê ji ber rewşa Wanê me nekarî pîroz bikin. Lewma em ê sibe saet 08.00'an de li Parka Rojava bi tevlêbûna hemû gelê Amedê pîroz bikin. Em ê biçin wir û hemû coş û vîna xwe nîşan bidin."