Girtiyên siyasî binpêkirina mafan û mirina Somaye Raşîdî şermezar kirin

30 girtiyên siyasî ku li girtîgeha Evînê tên girtin, polîtîkayên li girtîgehan û bê par mayîna girtiyan ji xizmetên tenduristiyê şermezar kirin. Girtiyan diyarkirin ku ev bê îhmalî jiyana wan dixwe xeteriyê.

Navenda Nûçeyan – Girtiyên li girtîgehên Îranê tên girtin, ji mafê herî bingehîn ê tenduristiyê bê par dimînin. Raporên mafê mirovan, derdixe holê ku li girtîgehan îhmalek sîstematîk a tibî tê jiyîn. Nexweş tedawî nabînin û wan di wê rewşê de dihêlin û ev rewş jî dibe sedem ku tenduristiya wan têk  biçe û heta hinek kes bi awayên guman jiyana xwe ji dest bidin.

30 girtiyên li girtîgeha Evînê tên ragirtin, li dijî binpêkirinên mafê girtiyan ji aliyê meqamên darazê û rayedarên girtîgehê ve, danezanek weşandin. Di danezanê de hate îfadekirin ku mirina Somaye Raşidî raste rast encama van îhmal û kêmaniyan e.

‘Rêveberên girtîgehê erkên xwe bi cih naynin’

Di danezanê de hate destnîşan kirin ku xebera mirina Somaye Raşidî, carek din nîşan dide ku rêveberên girtîgehê û daraz berpirsyartiya xwe ya li beramberî girtiyan bi cih naynin. Da zanîn ku ev wê bibe sedemê heman trajediya mirovî li girtîgehan dubare bibe.

Di danazanê de hate diyarkirin ku heman bûyer hema bêje her meh tê jiyîn, ev jî encama îhmala mekanîzmayên desthilatê û binpêkirinên mafê mirovan e.

Bang hate kirin

Di danezanê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku rayedar li hemberî rewşa girtiyan bêdenge û ev jî jiyana gelek girtiyan dixe xeteriyê. Girtiyan daxwaz kirin ku divê ên ku ji mirina Somaye Raşidî berpirs demildest derbikevin pêşberî darazê, hemû nexweşên ku tedawiya wan di şertên girtîgehê de nayên kirin bê şert û demildest serbest berdin. Di heman demê de bang kirin ku ji bo tedawiya girtiyên nexweş klînikek a tenduristiyê ya baş ava bikin û li girtîgehê derfetên tibî yên pêwîst pêkbînin.