Semra Guzel nehat berdan
Di danişîna doza Wekîla HDP’ê ya berê Semra Guzelê de biryara domandina rewşa girtî hate dayin.

Navenda Nûçeyan – Danişîna doza Wekîla HDP’ê ya berê Semra Guzel ku ji ber wêneyên xwe yên bi endamekî PKK’î re bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Semra Guzel, ji girtîgeha lê tê ragirtin bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û wekîlên DEM Partiyê Saliha Aydenîz û Ayten Kordu jî danişîn şopandin.
Dozgerî, mutalaa pêşkeş kir û bi îdiaya “gumana revê” xwst rewşa girtî bidome. Semra Guzelê jî li dijî mutalaayê parastina xwe kir û got ku tevî pêvajoya komkirina delîlan temam bûye jî di mutalaayê tu guhertin nînin. Semra Guzelê got ku 4 sal in tê darizandin û heke ji sûcê pê tê tawanbarkirin cezayê bigire jî ji ber dema girtîmayînê divê were berdan û daxwaza tehliyeya xwe kir.
Semra Guzelê got ku di dema dozê de ji ber wêneyên li ser çapemeniyê hatine belavkirin propagandayeke reş hatiye kirin û got: “Me vegotibû ka ev wêne çawa hatine kişandin û ji ku hatine. Di pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an de hatibûn kişandin û wê demê behsa yasayên vegerê dihat kirin. Malbatan jî digot ‘madem zarokên me vegerin wê demê ma çi zirara wê heye ku em pê re hevdîtinê bikin.’ Û hatin û çûn çêbûn. Û dewletê jî hay van hatin û çûnan hebû. Piştî bidawîbûna pêvajoyê jî ev wêne hatin darizandin. Di Doza Kobanê de jî hate axaftin lê dadgehê li ser wêneyan beraet da. Îro jî pêvajoyeke wisa heye. Gel merasîma çekberdanê temaşe kir, dîmen hatin kişandin. Gelo heke ev pêvajo erênî bi dawî nebe ma dê ev jî bên darizandin?”
Parêzer Eylem Arzu Kayaoglû jî got ku ev doz piştî gefên kuştinê yên Wezîrê Karên Hundir ê demê Suleyman Soylu ev doz hatiye vekirin û veguheriye dozeke hesabpirsîna siyasî. Eylem Arzu Kayaoglû got ku tu delîleke şênber tune ye, îfadeyên şahidan hev nagirin, miwekîla wê 37 meh in girtî ye û divê êdî were tehliyekirin.
Parêzer Senem Doganoglû jî destnîşan kir ku dema li delîlan dinihêrin tu hêmayên şênber li holê nînin û daxwaza tehliyeya miwekîla xwe kir.
Dadgehê, biryara domandina rewşa girtî da, hemû daxwazên parêzeran red kir û danişîn taloqî 3’yê Mijdarê kir.