Gelê Rojhilat û Îranê ji bo rûxandina rejîmê li kolanan e
Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê şeva din li gelek bajaran berdewam kirin. Gelê ku daket qadan diyar kir ku heta hikumeta komara Îslamê nerûxînin û azadiya xwe bi dest nexin wê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê serhildanên ku piştî qetikirina Jîna Mehsa Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve ji 17’ê Cotmehê heya îro li gelek bajarên Rojhilat û Îranê berdewam dike. Şeva din jî gelê Rojhilat û Îranê li qadan bû û diyar kir ku heta hikumeta komara Îslamê nerûxînin û azadiya xwe bi dest nexin wê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Li bajarên Rojhilat çalakiyên giştî berdewam dikin, şeva din li bajarê Sine, Mihabad, Urmiye, Merîwan, Kirmanşah, Kamyaran, Dehgolan, Serdeşt, Nexede, Dîvander, Pîranşahr, Îlam, Bokan û Banê çalakiyan berdewam kirin. Gelê ku daket qadan barîkat çêkirin û ala rejîmê dan ber agir, di mîkrofonên mizgeftê de dengê Kurdî dan guhdarkirin, saziyên girêdayî Basij û rejîmê çalakî li dar xistin.
Li dehan bajaran serhildan hebû
Li bajarên Sistan, Belucistan, Tahran, Sabzevar, Arak, Meşhed, Kirman, Astara, Lahijan, Borujard, Ahvaz, Şîraz, Kûm, Gilan, Mazandaran, Îsfahan, Tebrîz, Zencan, Abadan, Amol, Neishabor, Bandar Abbas, Huzistan, şeva din heya derengiya şevê çalakiyan berdewam kirin. Gel dirûşmên li dijî komara Îslamê avêtin û bal kişandin ser biryardariya xwe ya rûxandina rejîmê, gelê ku di hemû şevê de agir pêxist, pankartên Basij qetandin.
Zaziya mafên mirovan a Îranê ya navenda Norvecê, aşkera kir ku di dema serhildanan de di êrîşa ji aliyê polisên rejîma Îranê ve 304 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne. Di heman demê de di tevahiya welat de di çalakiyên ku berdewam dikin de ji 10 hezaran zêdetir kes hatine binçavkirin û der barê kesên ku hatine binçavkirin de îdianame hatine amadekirin û li gorî nûçeyan dê hinek ji wan kesan, bi cezayê îdamê werin mehkûmkirin.
Di çalakiyên ku şeva din berdewam kirin de der barê hejmara kuştî, birîndar û girtiyan de tu agahî nehat bidestxistin.