Nobeta Edaletê di roja 615’emîn de didome
Malbata Şenyaşar a di roja 615’emîn de Nobeta Edaletê didomîne wiha got; “Têkoşîna me bi awayekê bi rûmet jiyankirin û dayîna jiyîn e.”
Riha – Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 615’emîn de didome. Malbat ji ber dawiya heftê ye nobeta xwe ya edaletê li mala xwe ya Pirsûsê didomîne.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal vê pêyamê parvekir; “Li erdnigariya me hê mirov tên kuştin û em veguherin civakekê ku vêya ji rêzê dibîne. Divê guhartin û veguhartin beriya aboriyê bi navgîna mirov û civakê be. Têkoşîna me bi awayekê bi rûmet jiyankirin û dayîna jiyîn e. #AnkaraYolunSonu.”