Gelê Mexmûrê komkojiya Şengalê şermezar kir

Gelê Wargeha penaberan ya Mexmûrê komkujiya Şengalê şermezar kir û qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa sala 2014’an bi bîr anîn.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya heştemîn salvegera komkujiya Şengalê bi daxuyaniya çapemeniyê hat şermezarkirin û qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an hatin bibîranîn. Beriya ku daxuyanî dest pê bike deqeyek rêz hat girtin, li ser navê gelê Mexmûrê Endama Komîteya Karên Derve ya Meclisa Îştar, Leyla Arzû Îlhan axivî.

“Civaka Êzidî dikaribûye xwe li ser lingan bigre”

Arzû Îlhan di destpêkê de hemû şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anî û got: “Em dizanîn sîstema desthilatdar di salên 2000’an de dest bi guhertina sîstema heyî kir. Pêşbiniya vê yekê jî beriya her kesê Rêber Apo dît. Hem gelê Kurd hem Tevgera Azadiyê hem jî gelên Rojhilata Navîn di vî warî de şiyar kir û got, ‘Wê sîstemên desthilatdar ji bo sîsteme xwe carek din bidin avakiririn qetlîamên mezin li ser civakê pêk bînin.’ Bi vê yekê şoreşa gelan a ku li tevahî Rojhilata Navîn hatibû destpêkirin veguherandin cehenemek ji bo gelan ku bi karibin sîstema xwe tê de bi cih bikin. Civaka Êzidî ew civaka ku bi hezaran salan ruxmê bi dehan fermanan dikaribû li ser vê axê çand, hebûn, bawerî û zimanê xwe berdewam kiriye. Dewletên desthilatdar armanc dikirin ku bi destên çeteyên DAIŞ’ê vê civakê têk bibin û bi têkbirina vê civakê bikarin tirsek mezin bixin dilê civakên Rojhilatan Navîn. Wê civak bikaribin bi rengê, bawerî, ziman û çanda xwe bijîn, ji bo vê jî pêwîst e gelê Kurd û hemû dostên Kurdan li derdora Gelê Kurd û gelê Şengalê kom bibin. Li Şengalê berxwedaniyek bêhempa tê dayîn ev jî lîstikên li Şengalê têk dibe.”

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan nabe’, ‘Bijî Bexwedana Şengalê’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.