Di meha Tîrmehê de 24 jin hatin qetilkirin

Li gorî rapora KCDP’ê di meha Tîrmehê de, 24 jin hatin qetilkirin, 20 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. KCDP'ê bal kişand ku ji ber tedbîr nayên girtin, tundî berdewam dike.

Navenda Nûçeyan – Dema li Tirkiyeyê her ku diçe qetlîamên jinan zêde dibin, kiryarên ku ji polîtîkayên hikûmetê cesaret digrin, li dijî jinan pêkanîna sûcan didomînin. Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora ku têkildarî jinên di meha Tîrmehê de hatine qetilkirin amade kiriye, aşkere kir. Li gorî raporê di meha Tîrmehê de 24 jin hatin qetilkirin, 20 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Stenbol di rêza yekemîn de ye

Di meha Tîrmehê de jin herî zêde li Stenbolê hatin qetilkirin. Li gorî hejmarê li StenboLê 4, li Denîzliyê 3 li Îzmîrê 2, li Konyayê 2 li Mûglayê 2, li Afyonkarahîsar, Enqere, Balikesîr, Amed, Eskîşehîr, Isparta, Kirşehîr, Kocaelî, Mêrsîn, Mûş û Yozgatê jinek hat qetilkirin.