Gelê Mexmûrê êrîşa dewleta tirk ya li ser Zaxoyê şermezar kir

Şêniyên warega penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniya çapemeniyê êrîşên dewlata tirk ên li ser gundê Perexa girêdayî Zaxoyê şermezar kirin.

Mexmûr- Dewleta tirk a dagirker 20’ê Tirmehê êrîşî gundê Perax ê Zaxoyê kir û di encama êrîşê de jin û zarok jî di nav de 9 hemwelatiyên Iraqê jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn. Bi armanca şermezarkirina komkujiya Zaxoyê şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê daxuyaniya çapemeniyê dan.

Beriya daxuyanî dest pê bike deqeyek rêz hat girtin û li ser navê Rêveberiya Meclisa gel a Mexmûrê Bêwar Ûnver daxuyanî da û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û wiha got: “Weke tê zanîn duh gundê Perexê yê girêdayî Zaxoyê ji aliyê dewleta tirk ve hat topbarankirin û komkujî pêk hat. Di vê komkojiyê de 9 kesên ji neteweya Ereb jiyana xw eji dest dan û 23 kesên din jî birîndar bûn. Em weke gelê wargeha penaberan a Mexmûrê di destpêkê de sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û ji kesên birîndar re jî şîfayê dixwazin. Em vê erîşa dewleta tirk a dagirker weke hemû caran li ser gele sivîl pêk aniye şermezar dikin.”

“Dewleta tirk êrîşê her derê dike”

Di berdewamiya daxuyaniyê de Bêwar Ûnver da diyarkirin ku di ropora CPT de hat aşkerakirin heta niha 138 kesên sivil ji aliyê êrîşên dewleta Tirk ve hatine qetilkirin û wiha domand: “Weke tê zanîn bi carane dewleta tirk xaka Başurê Kurdistanê dagir dike. Le belê ji aliyê hikumeta heremê ve bi taybet PDK û ev du sal in rayedaren Iraqê çavên xwe girtine, xwe kor û lal kirine. Bi caran e ji sînorê Zaxo heta Pêncewînê komkujî pêk hatiye. Herî dawî di rapora CPD de jî diyar bûye ku ji sal 2011’an ve 138 kes di erîşên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dane ev tê wateya valakirina gundan û dagirkirina van gund, bajar û herêman. Dewleta tirk armanc û hedefa wê qirkirina gelê Kurd e ji Rojava bigre heta Şengal û Mexmûrê. Em gelê Mexmûre di encama van erîşên dewleta Tirk de îro li vir in. Em dikarin vekirî bibêjin ev erîşa ku pêk hatiye ji ber bê helwestî û bêdengiya hikumeta heremê û Iraqê ye. Ger b helwest nîşan bidana îro ev erîş nedihat dubarekirin û zarok jin û zavayê 4 rojî nedihatin qetilkirin. îro em dibînin dewleta tirk dest avêtiye ku derê koçberî û malwêranî pêk hatiye. Weke gele Kurd ê ku herî zêde rasti van bemafî û êrîşan hatiye bibin yek û bibin xwedi helwest. Divê helwestên bi pratîk werin nîşandan. Gelê Iraqe bi girseyî beşdarî xwepşandanan bû lê me rayedarek hikumetê nedît. Li Şanegale komkujî pêk hat rayedarên Iraqê û hikumeta herêmê û hemû cîhan bêdeng bûn, li Mexmûrê pêk hat wisa, li herêma Başur dagirkerî berdewam dike. Ji ber wê divê li hemberî hemû sazî û dezgehên dewleta tirk helwest were raberkirin. Divê êdî bes hinek rayedarên PDK’ê ranebin daxuyaniyên şermane nedin. Li wê derê hikumeta Iraqê lêkolîn kiriye û diyar e ku ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye pêkanîn, rayedarên PDK’ê dibêjin ne diyar e ji aliyê kê ve hatiye kirin. Divê gelê Kurd bi gişti bibe xwedî helwest û ev dagirkeriya ku li ser herêma Kurdistanê tê pêkanîn, bi dawî bibe qada hewayî ji balafirên dewleta tirk re were girtin. Em weke gelê Kurd careke din sersaxiyê ji qurbaniyên komkujiya Perexê re dixwazin û şîfayê ji birîndaran re dixwazin.”