Jinên Qamişlo: Dewleta tirk li ser tevahî Rojhilata Navîn xeteriyek e

Jinên ji bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûna xwe der barê êrîş û gefên dewleta tirk de diyar kirin û bi tundî ev kiryar şermezar kirin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo - Jinên ji bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrîşên dewleta tirk û gefên wê yên bênavber ên dawî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha êrîşka li ser gundê Perex ê girêdayî bajarê Zaxoyê, Başûrê Kurdistanê ku di encamê de gelek kes şehîd û birîndar bûn, helwesta xwe diyar kirin û nêrîna xwe parve kirin.

“Dewleta tirk çi ji gel dixwaze?”

Mizgîn Osman ji bajarê Qamişlo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûna xwe li dijî kiryarên dewleta tirk da xuyakirin û wiha axivî: “Dewleta tirk gelê Kurd wekî dijmin ji xwe re dibîne û her dem êrîş dike, heta kengê dê zirarê bigihîjîne me û çi ji me dixwaze? Dewleta tirk careke din gefên xwe li ser herêmên me nû kiriye û dixwaze ev yek bibe rojev û gelê herêmê bitirsîne. Bi rastî jî daxwaza me ew e ku bela vê dewleta dagirker ji me vebe û bihêlê ku em bi aramî li ser axa xwe bijîn. Çi sûcê wan sivîl û zarokên ku li Başûrê Kurdistanê hebû ku hatin qetilkirin, jin û zarokan çi zirar li dewleta tirk kirine heta ku ew êrîş kirin? Ev daxuyanî û gotinên dewleta tirk ên berovajî, dirûtiya dewleta tirk didin diyarkirin û armanca wê jî tunekirina gel e. Ji sînorê Tirkiyeyê pê ve tu mafê wî tune ye û nabe ku derbasî axa me bibe û çi hewldan an jî operasyonek li ser axa me çêdibe binpêkirina zagonan e.”

 “Dewleta tirk li ser tevahî Rojhilata Navîn xeteriyek e”

Gulê Murad ji bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku êrîşa li ser bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê binpêkirina zagon û pîvanan e û wiha nêrîna xwe parve kir: “Ev ne cara yekemîn e ku dewleta tirk êrîşî gelê me dike û gefan dixwe. Hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê van kiryaran şermezar dikin û hemû jî helwesta wan yeke e. Dewleta tirk rû bi rû nikare şer bi me re bike ji ber vê yekê berê xwe dide meşandina xeta îxanetê û şerê hewayî. Di heman demê de em êrîşa li ser gundê Perex ê girêdayî bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê jî şermezar dikin û dibêjin ku ev êrîş binpêkirina tevahî zagon û pîvanên mirovî ye û divê gelê Başûr xwedî helwesteke xurt be. Îro êrîşî Iraqê kir dê sibe êrîşî welatekî din jî bike lewre em dibêjin ku dewleta tirk li ser tevahî Rojhilata Navîn xeteriyek e. Di vê pêvajoyê de pêdivî bi hevgirtinek li ser asta Rojhilata Navîn heye ku bi yek dest û yek helwest li pêşiya dewleta tirk a dagirker bisekinin.”

“Em ji axa xwe dernakevin”

Mîdya El- Hesen ji gundê Çêlekê yê girêdayî bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişand ser xetera DAIŞ’ê û diyar ku dewleta tirk hewl dide dest bi êrîşek nû li ser Bakurê Sûriyeyê bike û hêvî ji dewletan kir ku destek nedin wê her wiha teqez kir ku dê ji axa xwe dernekeve di bin çi zextê de be jî û got: “Em dixwazin ku welatê me û herêmên em bi ewl bin, em wekî ciwan di vî temenî de divê lêhurbûna me li ser pêşeroja me hebe lê belê dewleta tirk dagrikeriya xwe heta li ser derûniya ciwanan jî dimeşîne. Duh jî civînek dewleta tirk bi Îran û Rûsyayê re hebû ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî û di nav de jî mijara Rojavayê Kurdistanê jî hebû. Gefên dewleta tirk didomin, dubare tehdîd dike. Eger Rûsya û Îran destek bidin dewleta tirk ku carek din bajarekî me dagir bike dê rewş ber bi xerabiyek mezin ve biçe, bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê di zindanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de girtî ne dema ku êrîşek çêbibe dê ev çete bibin xeter û ne dûr e ku wekî derfet ji xwe re bibînin û birevin. Eger çeteyên DAIŞ’ê careke din zindî bibin dê ji bo tevahî cîhanê bibin xeteriyeke cidî. Ez di dawî de jî dibêjim ku şerek çêbibe jî ez ji axa xwe dernakevim, ev axa me ye em hene û em ê li vir bimînin.”