Şêniyên Kobanê piştgirî da berxwedana Mexmûrê

Şêniyên kantona Kobanê ya herêma Firatê bi meşeke girseyî piştgirî dan berxwedana gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê û hewldanên dorpêçkirina wê ya ji aliyê artêşa Iraqê ve şermezar kirin.

Kobanê- Ev çar roj in artêşa Iraqê hewl dide wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bi têlan û kuleyan dorpêç bike. Li dijî van kiryaran gelê Mexmûrê bênavber têdikoşe.

Ji bo piştgiriya bi berxwedana Mexmûrê re, bi hezaran ji şêniyên herêma Firatê di bin dirûşma "Kiryarên hikumeta Iraqê li ser Mexmûrê li dijî pîvanên mirovî û exlaqî ne" meşiyan. Di meşê de sazî û dazgehên Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan, partiyên siyasî, Kongra Star, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger amade bûn.

Meşê ji qada Azadî bi dirûşma"Bijî berxwedana Mexmûrê" dest pê kir û li eerxeriya saetê bi dawî bû. Piştî deqeyek rêzgirtinê endama koordînasyona Kongra Star Zozan Bekir axivî.

'Vîna gelê Mexmûrê ji her hêzê xurtir e'

 Zozan Bekir wiha got: "Em berxwedana Mexmûrê ya li hemberî hikumeta Iraqê û Tirkiyeyê silav dikin. Ew civîna çar alî ku hat çêkirin ku çareke din bi hemû kiryarên xwe yên bêaxlaqî li ser hebûn û dîroka gelan didin meşandin. Xelkên Mexmûrê berê vê jî rastî tunekirin, qirkirin û komkujiyan bûn û derbasî Iraqê bûn, dibin sîwana Neteweyên Yekbûn dijiyan lê îro gelên Mexmûrê êrîşên hov li ser wan tên. Em weke gelê Kobanê bi gelên Mexmûrê ne, çawa ku di daxuyaniyê xwe da gotin gelên Kobanê bi ser ket wê gelên Mexmûrê jî bi ser bikeve, Kobanê bi dil û can li kêlek we ye û berxwedana we bi germahî silav dike."

'Em ê ji bo parastina Mexmûrê seferber bibin'

Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî berxwedana gelên Mexmûrê bi dil û can silav kir û got: "Gelên Mexmûrê ji her aliyê de piştgirî da gelên Kobanê, em tu carî keda wan ji bîr nakin. Em hemû gel li piş Mexmûrê ne û wan bi tenê nahêlin. Em xiyaneta PDK'ê şermezar dikin ku her dem lihevkirin li ser gelê Kurd tê kirin û deriya Sêmalka hat girtin. Sînorê di navbera me Heleb û Şamê ku rejîma Sûriyeyê girt, ev hevdîtin ku li ser bingeha gelên Kurd ji holê rakin hat çêkirin lê me asta tunekirinê bi berxwedan xwe ji holê rakir. Em di wê seferberiya ku Rêber Apo îlan kir û li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd berê xwe da Kobanê û bi tenê nehiştin bi taybetî gelê Mexmûrê destpêkê berê xwe da Kobanê. Em berxwedana wan silav dikin û dibêjin Mexmûr ne bi tenê ye bexwedan jiyan e."

'Xiyaneta PDK'ê careke din xwe da pêş'

Endama Meclisa Malbatê Şehîdan Necma Kenco wiha got: "Em berxwedana Rêber Apo yê ku 24 sal in di zindana Îmraliyê de ye silav dikin. Gelên Mexmûrê bi salan e li ber xwe didin, îro artêşa Iraqê hewl dide ku Mexmûr dorpêçê bike em wan şermezar dikin. Bila PDK lihekirinan li ser gelê Kurd çêneke û li kurdayetiya xwe vegere dev ji îxanetê berde ji ber ku ew wek berfa li ser çiyayan wê were helandin. Em wek dayikên şehîdan li kolanan bin û piştgiriyê bidin gelên Mexmûrê, wê kengî Kurd bibin yek û dev ji îxanetê berdin."