Dayika Aştiyê Gulistan Alagaş jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Gulistan Alagaş ku weke ‘Dayê Gulê’ tê naskirin, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Dayika Aştiyê Gulistan Alagaş a weke ‘Dayê Gulê’ tê naskirin û bi salan ji bo şer û pevçûn bi dawî bibe têkoşîn da meşandin, ji ber felca mêjî ya demek berê derbas kiribû jiyana xwe ji dest da.

Salên dirêj ji bo aştiyê têkoşiya

Dayika Aştiyê Gulistan Alagaş ku weke ‘Dayê Gulê’ tê naskirin, ev 2 hefte bû li nexweşxaneyeke Dîlokê dihat dermankirin. Gulîstan Alagaş, di sala 1993’yan de ji ber zexta dewletê tevî malbata xwe ji gundê Erkent ê Berwarî ya Sêrtê koçî Edeneyê bû. Gulîstan Alagaş, têkoşîna xwe ya aştiyê li vir jî domand. Kurekî Gulîstan Alagaş tevlî refên PKK’ê bû û di sala 1999’an de jiyana xwe ji dest da lê cenazeyê wî nehat dîtin.

Gulîstan Alagaş, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, binpêkirinên li girtîgehan û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gelek caran kete greva birçîbûnê. Gulistan Alagaş herî dawî tevlî çalakiyên Mertalên Zindî bû û li Cûdî û Newala Qesaban tevlî meşan bû. Gulîstan Alagaş herî dawî jî di Komkujiya Gara Enqereyê de ji lingê xwe birîndar bûbû.