Gelê Şengalê:Em ê bi berxwedanê hemû êrîşan vala derbixin

Li dijî êrîşa dewleta Tirk bi pêşengtiya TAJÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê meşek girseyî pêk hat. Jinên Êzidî diyar kirin ku dê heta dawiyê li ber xwe bidin û hemû êrîşan vala derbixin.

Şengal-Li dijî êrîşa dewleta Tirk ku duh li nêzî Kampa Serdeştê ya Şengalê li hember wesayîteke sivîl pêk anî û di encamê wê de du jin birîndar bûn, bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve meşeke girseyî pêk hat.

Meşa ku ji Meclisa Gel a Sinûnê dest pê kir, heya Çerxerêya Mam Zekî Şengalî dewam kir. Piştî girse gihîşt çerxerêyê ji aliyê TAJÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê ve daxuyanî hatin dayîn.

‘Em ê têkoşînê mezintir bikin û bigihînin serkeftinê’

Li ser navê TAJÊ Zozan Şengalî axivî û di destpêka axaiftina xwe de hemû cangoriyên di rêya azadiyê de canê xwe feda kirine bi bîr anî û ev tişt anî ziman: “Em bang li tevahiya gelê xwe dikin li hember xiyanetê hişyarbin û rê nedin xiyanet di nava me de bijî. Ji aliyê din ve ne tenê bi êrîşên hewayî bi gelek rê û rêbazan dixwazin îradeya gelê me tune bike. Pêwîst e gelê me bizanibe ku plan li ser tê kirin û tu kes nebe hevkarê van êrîşan. Bi êrîşan wê dewleta Tirk û hevkarên wê nekarin bigihijin armanca xwe. Çi qas êrîş li ser me pêk werin jî em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û bigihînin serkeftinê.”

‘Tu êrîş nikare meşa gel a azadiyê rawestîne’

Li ser navê Rêveberiya Xweser Qasim Murat jî diyar kir ku ew di rojên pîroz û dîrokî re derbas dibin û wiha got: “Em di rojên pîroz û dîrokî re derbas dibin. Di dîroka gelê Kurd de bi pêşengiya Egîd û Mazlûman agirê Newrozê hat gurkirin, derbeyeke mezin li koka dijmin hat xistin. Di rojbûna Rêber Apo de jî jiyaneke nû ji bo gelên bindest hat diyarîkirin. Dijminê mirovahiyê Erdogan, xwe li ber van rojên me yên pîroz nagire, êrîşan pêk tîne. Di êrîşa duh de xelkê me yê sivîl ê ji fermanê rizgar bûne hat hedefgirtin.”

Murat da zanîn ku tu êrîş nikare meşa gel a azadiyê rawestîne û ev nirxandin kir: “Erdogan xwedî dîrokek tijî îşkence, darbe, girtin û kiryarên ne mirovane ye. Di roja îro de li ser gelê me jî pêk tîne û dixwaze rojên me yên pîroz tune bike. Dê tu kes nekaribe azadiya gelan rawestîne. Îradeya gel ji hemû êrîşan bihêztir e. Zarokên agir û rojê bûne Kawayên sedsala 21’emîn.”

‘Civaka Êzidî tu carî serî natewîne’

Ji aliyê din ve jinên ku tev li meşê bibûn ji ajansa me re axivîn û êrîşan şermezar kirin

Endama TAJÊ Welat Cano di destpêka axaftina xwe de êrîşa dewleta Tirk şermezar kir û diyar kir ku çi dibe bila bibe ew ê dev ji şehîdên xwe bernedin û xwe hîn bihêztir bikin.

Endama Meclisa Serdeştê Henan Kulka jî ev tişt anî ziman: “Armanca dewleta Tirk tunekirina Êzidiyan e. Li çiyayên Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê bin ket lê vê care berê xwe da Şengalê û êrîşê Şengalê dike. Lê divê bizanibe civaka Êzidî bi van êrîşan tune nabe, bêtir bihêz dibe û bi şehîdên xwe serbilind e. Weke civaka Êzidî em ê heta dawî li ber xwe bidin û hemû êrîşan vala derbixin. Êdî civaka Êzidî êdî dizane ku xwedî bi îradeya û serî natewîne.”