Foza Yûsif: Bi hêz û vîna jinan em ê sedsala 21’emîn bikin sedsala azadiya jinan

Foza Yûsif di Foruma Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê axifî û got: "Bi hêz û vîna jinan em ê sedsala 21’emîn bikin sedsala azadiya jinan."

Qamişlo - Bi boneya 10 saliya şoreşa Rojavayê Kurdistanê, şoreşa jinan û bi aramanca danasîna destkftiyên jinan di qada şoreşê de bi dirûşma “Bi hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û geş bikin” Foruma Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê tê lidarxistin. 

Forum niha jî bi nirxandina Hevseroka Desteya Partiya Yekîtiya Demokratîk Foza Yûsif  li ser mijara rewşa siyasî, cîhanî û herêmî berdewam dike.

“Şerê cîhanê ya sêyem li Rojhilata Navîn dest pê kir”

Foza Yûsif rewşa siyasî wiha nirxand: “Em dikarin bi tevahî jinan cîhaneke xweş ava bikin. 10 sal me têkoşînek pir dijwar da û şerekî pir mezin hat kirin. Her wiha me bedelên giran dan. Em deyndarên şehîdên xwe ne ku qadên azad ji me re ava kirin. Em di şexsê sembola me Şîlan, Azîme, Şevîn, Zeyneb, Arîn, Zîlan û Sakîne Cansiz de hemû têkoşerên jin ên ji bo şoreşa jinan şehîd ketin bi bîr tînin. Her wiha gelek jinên enternesyonalîst jî di têkoşîna me de cih girtin em wan jî bi bîr tînin. Cîhana me di aloziyek mezin re derbas dibe. Ev desthilatdariya ku ji aliyê mêr ve bi pêş ketiye cîhana me di xeterê de hiştiye. Em di şerê cîhanê ya sêyemîn de derbas dibin û ev şer di Rojhilata navîn de dest pê kir. Ev şerê desthilatdariya mêr e ku ji şer têr nabe li tevahî cîhanê belav bûye.”

“Pergala kapîtalîzmê jin û zarokan qir dike”

Foza Yûsif bal kişand ser pergala kapîtalîzimê û wiha domand: “Di roja îro de pergala desthilatdar a kapîtalîzîmê xwe li ser çanda desthilatdarî û destdirêjiyê dide jiyîn. Her wiha gel û jin di qirkirinek mezin re derbas dibin û şerek dijwar rû dide. Ev şer ne şerê jinan û ne şerê gelan e. Şerê ku li herêma me bi pêş dikeve, ne şerê me ye, ji ber nakeve xizmeta jinan û gelan. Ev şer li dijî gel, jin, zarok û aboriyê ye. Ev pergal ne tenê bi çekê bi me re şer dike, ev pergal bi nexweşiyê jî bi me re şer dike. Her wiha feqirtiyê zêde dike û felaketan ava dike. Cîhan îro dişewite agir bi her derê ketiye. Navenda modernîteya kapîtalîst jî agir pê ketiye. Ev agir bê kontrol e û her tiştî daye pêşiya xwe. Aqilek wisa tevahî cîhanê dimeşîne. Di vê serdemê de pergala desthilatdar di nav îflas û aloziyek mezin de ye, ji ber cihê çareseriyê pirsgirêkan kûr dike. Li cihê azadiyê koletî û cihê aramiyê şer kûr dike. Îro ger cîhan tevahî li ser çekan bez dide, encam xeteriya li ser mirovatiyê nîşan dide. Her kes di nava metirsiyê de ye ku dê di kîjan herêmê de çi biteqe. Li Ukranyayê zêdeyî sê milyon mirov hatin koçberkirin. Di nava 10 salan de bi hezaran ji gelên Sûriyeyê hatine koçberkirin ku her roj li Sûriyeyê bi bomberanê gel terbiye dikin. Di nava 10 salan de gelek welat di nava aloziyê de dijîn. Tirkiye dixwaze netew-dewletê biparêze lê her roj hildiweşe. Beriya du rojan li Zaxoyê qetlîam pêk hat û hemû jin û zarok bûn. Dewleta tirk dixwaze bi şer pirsgirêkên xwe çareser bike. Êrîşên ku rojane li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkanî û Girê Spî çêdibin her wiha destdirêjî li dijî jinan pêk tên. Ev êrîş hemû heqîqeta pergala mêr temsîl dikin.”

“Neteweya demokratîk alternatîfa jiyana nû ye”

Foza Yûsif pergala neteweya demokratîk wiha şîrove dike: “Ev cîhan pêwistiya wê bi şoreş û paradigmayeke nû heye. Dema em dibêjin şoreşa Rojavayê Kurdistanê û şoreşa jinê ji bo tevahî cîhanê gelek girîng e. Bi perspektîfa neteweya demokratîk em ji cîhanê re dibêjin derveyî pergala kapîtalîzm jiyanek heye û riyek û alternatîfek cuda heye. Tevahî cîhan berê xwe dide vir û dibêjin hêvî li Rojavayê Kurdistanê heye. Pergala mêr a ku aloziyan kûr dike, pêwîstî bi aqilek hebû ku me şoreşa jinan ava kir û divê em vê şoreşê bikin cîhanî û jiyan û cîhanek nû ava bikin. Şoreşa jinan şoreşa li dijî zayenperestiyê ye.   Şoreşa jinan perspektîfek nû derxist holê. Hêza nasnameya me jin e. Têkoşîna me çare li tevahî cîhanê re çêkir. Em hevaltiya rast  Rêber Apo ku ji jinan re kir silav dikin. Em dibêjin çawa ku Rêber Apo ji jinan re rêhevaltiya rast kir, îxanet ji xeyala xwe ya zaroktî nekir. Em ê jî hevaltiyek rast ji Rêber Apo re bikin. Ger em sadiqê Rêber Apo nebin em ê bikevin nav îxanetê. Em jinên di vê demografiyê de dijîn pir bi şensin, ji ber em îro dîroka jinan dinivîsînin. Ev deh sal me rûpelek nû ya zêrîn ji bo jinan nivîsand. Di her pêvajoyek şoreşê de jin mohra xwe li şoreşa jinê da. Pêwiste em qimeta şoreşa xwe baş bizanibin.”

“Em ê sedsala 21’emîn bikin sedsala jinan”

Foza Yûsif da zanîn ku ewê sedsala 21’emîn bikin sedsala jinan û wiha bi dawî kir: “Êrîşên gelek mezin li dijî me hene, ev hêzên xwînmij ku zarok, jin û xwezayê dikûjin, divê em hemû ji rengên êrîşan re amadebin. Me di parastin, perwerde, xebatên civakî, edalet û civakê re pêşengtî kir, divê em şoreşa xwe bikin civakî. Di 10 salan de stratejiya şerê gel ê şoreşgerî ji xwe re bikin îbadet û her roj xwe avabikin. Desthilatdar dixwaze me perçe bike, ji bo wê her jinek azadîxwaz bi çek be. Em xwe nekin çek, ewê me bikin çek û li dijî me bişûxilînin. Bi riya şerê taybet, reklam, tecawiz û destdirêjiyê jinê kirine amûr. Divê em hişê xwe bi azadiyê av bidin. Bê parastin azadî misoger nabe. Bê parastin şoreş mayinde nabe, lewra her jinek xwedî li azadî û şoreşê xwe derkevin. Divê her roj jinên Efrîn, Serêkanî, Efxanîstanê û Girê Spî li ber çavê me be. Em 10 saliya şoreşa jinê pîroz dikin. Me di nava 10 salan de gelek destkeftî bi dest xist. Jin ji sedî 50 di hemû saziyên şoreşê de cihê xwe girt û pergala hevserokatiyê pêş xist. Jin di aliyê perwerde de sedî 70 cih girt û pêşengtî kirin. Jinan di nava 10 salan de hevpeymaniya jinan û gelan ava kirin. Jinan di aliyê çand, spor, jiyan û xwendinê de serhildanekî da jiyîn. Tiştê ku me nedikarî 100 salan de bikin me di 10 salan de kir. Ev yek nayê wê wateyê ku şoreş bi dawî bû, şoreş ji zaroktî derket bû ciwan. Divê em şoreşê ji takekesiyê derxînin bikin xizmeta jin û civakê. Em şoreşa 10’emîn şoreşa Rojava pîroz dikin. Tiştek ku li hember vîna me bisekine nîne. Bi hêz û vîna jinan em ê sedsala 21’emîn bikin sedsala azadiya jinan. Tevahî jinên kedkar em silav dikin.”  

Piştî nirxandina Foza Yûsif forum bi sînevîzyonê berdewam dike. Her wiha dê panela yekem li ser mijara nirxandina dehsaliya şoreşa jinan berdewam bike.