Înisiyatîfa Jin Kurdistanê Li Dijî Dagirkeriyê Diparêzin êrişa li Zaxoyê şermezar kir

Înisiyatîfa Jin Kurdistanê Diparêzin bi daxuyaniyekê nivîskî êrişa li Zaxoyê ji aliyê dewleta tirk ve hat pêkanîn û di encamê de 9 kesên zarok jî di nav de jiyana xwe ji dest dan, şermezar kir.

Navenda Nûçeyan - Dewleta tirk di 20’ê Tirmehê de li Zaxo ya Başurê Kurdistanê komkujiyek li dijî sivîlan pêk anî û di encamenê de 9 kes jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn. Înisiyatîfa Jin Kurdistanê Li Dijî Dagirkeriyê Diparêzin bi daxuyaniyekî nivîskî êrîşê şermezar kir û got: “Pêwîste li dijî qetilkirina mirovan saziyên navnetewî û aliyên pêwendîdar ji bêdengiya xwe derkevin û dewleta tirk di dadgehên sûcên şer de bê darizandin.”

“Karakterê qirker a dewleta tirk a faşîst careke din destnîşan dike”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke Înîsîyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê li dijî Dagirkeriyê êrîşên hovane yên dewleta tirk ku rojane li ser axa Kurdistanê dide meşandin şermezar dikin. Ev êrîşên wiha rojane bûyerên qetilkirina sivîlan û zirarên mezin bi xwe re tîne. Di heman demê de karakterê qirker a dewleta tirk a faşîst careke din destnîşan dike.”

“Divê dewleta tirk were cezakirin”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê dewleta tirk ji ber sucên şer bên darizandin û wiha domand: “Êrîşên li Zaxoyê li dijî sivîlan pêk hatin dide diyarkirin ku dewleta tirk hemû pîvanên şer derbaskiriye û li dijî hemû pêkhatiyan dijminatiya xwe dike. Di heman demê de li Kobanê û Amûdê jî dewleta tirk êrîşî bi balafirên şer ser herêma me kir, ev hemû encama fetisandina civîna Erdogan ya li Tehranê ye ku tê de çiraya kesk ne girt êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye bike. Dewleta tirk tu zagon û hiqûqên navnetewî pêk nayîne û rojane bê serûber sivîlan qetil dike û hedef digire. Bi taybet jî nav de jin û zarok dike hedef. Ji Kurdistanê rojane em agahiyên qetilkirinê dibîhîzin û dewleta tirk sûcdarê van kiryara ye ku divê were cezakirin.”

Banga têkoşîna xurt

Înisiyatîfa Jin Kurdistanê Li Dijî Dagirkeriyê Diparêzin di dawiya daxuyaniyê de bal li têkoşîna hevpar a gelan kişand û wiha got: “Em bi tundî êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û civaka navnetewî heydar dikin ku êrîşên dewleta Tirk êdî hemû sînor derbaskirine. Pêwîste li dijî qetilkirina mirovan saziyên navnetewî û aliyên pêwendîdar ji bêdengiya xwe derkevin û dewleta Tirk di dadgehên sûcên şer de bê darizandin.  Di dawiyê de em sersaxiyê ji malbatên Şehîdên komkujiya Zaxoyê re dixwazin û şefaya acil ji birîndaran re dixwazin. Em dibêjin bila gelê me li hember hemû cureyên êrîşan ji têkoşînê re amade bin.”