Fermandara Şoreşa Jinê Jiyan Tolhildan bi tilîliyan hat oxirkirin

Bi hezaran şêniyên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi merasîmeke bi heybet fermandara Şoreşa Jinê Jiyan Tolhildan oxir kirin.

Heleb – Şêniyên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Fermandara Şoreşa Jinê Jiyan Tolhildan û Barîn Kobanê bi tilîliyan pêşwazî kirin.  

Bi hezaran şêniyên Helebê li pêşiya nexaşxaneya Şehîd Xalid Fecir cenazeya Fermandara Şoreşa Jinê Jiyan Tolhildan wergirtin û bi meşek girseyî berê xwe dan goristana Şehîdên Berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. Cenazaya Barîn Kobanê jî ber bi Şehbayê ve hat oxirkirin.

Li qada goristanê torenek leşkerî hat li dar xistin û bi deqeyek rêz girtinê merasim destpê kir.

“Dê ev şoreş raneweste”

Di merasîmê de li ser navê Rêveberiya YPG û YPJ Rohilat Efrîn axivî. Rohilat Efrîn behsa jiyan û têkoşîna Fermandar Jiyan Tolhildan kir û wiha got: “Di kesayeta heval Jiyan de em tevahî şehîdên tîrmehê, tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin û em soza tolhildanê didin. Di vê pêvajoyê de li ser çar aliyên Kurdistanê êriş tên pêkanîn, bi taybet li ser axa rojava. Ev deh sal in û derbasî yazdeh salî dibe ku şoreş li ser piya ye, bê navber, bê teredud li ser piyan dimeşe. Heval Jiyan Tolhildan hevaleke ye ku me ji despêka şoreşê de di nava şoreşa Rojava de, di nava şer û pratîka herî giran de cihê xwe girt. Despêkê li Serê Kaniyê heya Helebê, heya hol û heya Şengalê û  li gelek cihên ku pengavên rizgarkirinê lê dest pê kirin cihê xwe girt. Li Minbic û Dêrzorê li refên herî pêş cihê xwe girt. Wek fermendarek di hemû aliyan de pêşengtiya fermandarbûnê kir. Ji ber wê di kesayeta heval Jiyan de îro şoreş li ser piya ye û tu carî ev şoreş winda nake û wê raneweste.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehadete ji aliyê Mamoste hate xandin û radestî malbetê hate kirin.

Cenazeya fermandar Jiyan Tolhildan bi tilîliyên dayîkan û dirûşmeyên “Şehîd namirin” spartin axê.