Dewleta tirk êrişî Til Rifatê kir: 5 jin birîndar bûn

Dewleta tirk a dagirker dagirker Komîna 14’yan a navçeya Til Rifatê ya Şehbayê topbaran kirin. Di encama topbaranê de 6 jin birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Dewleta tirk di seatên êvarê de bi topan êrişî Til Rifat û Şehbayê kir. Li gor agahiyên hatine bidestxistin bi sedan obus û hawan li gûndên gûndên Til Rifat û Şehbayê hetine. 

Fehîme Reşo ya 17 salî, Kewser Mistefa ya 17 salî, Lemya Hesen a 41 salî, Roxaş Reşo ya 15 salî, Etriyê Mihemed Şûbek a 20 salî di encama êrişê de birîndar bûn. Hat zanîn ku ji birîndaran rewşa Fehîme Reşo giran e û wê rakirine nexweşxaneya Helebê.  

Heya niha jî dem bi dem êriş û lêdana obus û hawanan berdewam dike.