Felek Yusif: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo serkeftina pêvajoyê ye – HEVPEYVÎN

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya kantona Firatê Felek Yusif destnîşan kir ku baweriya wan bi dewletê tuneye û got ku “Baweriya me bi hêza Rêber Apo ye. Ji bo vê jî azadiya fîzîkî şertê serkeftina pêvajoyê ye.”

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk ragihand, hevdîtinên bi heyetan re didomîne, lê heta niha di rewşa wî ya fîzîkî de tu guhertin pêk nehatiye.

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya kantona Firatê Felek Yusif, di çarçoveya geşedan û pêşketinên di pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de bersiv da pirsên me.

*Cîhana me di pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re derbas dibe ku ev yek bi xwe re alozî û qeyranên di her warî de ava kir. Pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat pêşxistin, cihekî çawa di nava vê qonaxê de digre?

Geşedan, bûyer û aloziyên ku niha li Rojhilata Navîn û Cîhanê rû didin û bi lez bipêş dikevin, li ber çavên her kesî ne. Di nava van qeyranên ku bi dijwarî tên jiyîn de, Rêber Apo insiyatîfa çareserî û nefesdayîna mirovahiyê girt ser milê xwe û di 27’ê Sibata Îsal de bangeke dîrokî ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşkêş kir. Ji xwe rewşa Rojhilata Navîn û serweriya hêzên hegemon a li ser wê û bandora ku bi salan li ser kiriye, tê zanîn. Her wiha aloziyên ku bi zanebûn hatin pêşxistin, welatên jihevketî û perçebûneke mezin di nava xwe de dijîn, her wiha bi salan rû bi rûyê êrîşên qirkirin û înkarê hatin. Rêber Apo di nava vê xeniqîna ku ji her warî de tê jiyîn û tevî şert û mercên girtîgehê û polîtîkayên tecrîdê ku bi salan dijî derkeve diyarê mirovahiyê û gaveke dîrokî bavêje ku bi riya wê, çareseriyê ji bo hemû gelan pêşkêş bike ku di nav de gelê Kurd û civaka Tirk heye bang kir. Ji bo vê jî banga Rêber Apo dibe çareseriya xitimandina ku di vê aloziyê de bipêş ketiye.

*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 27 sal in di pergala îşkence ya li Îmraliyê ye, tevî vê yekê jî dikaribû projeyeke çareseriya mayînde pêşkêş bike. Ev proje ji bo mirovahiyê bû henaseyeke çawa?

Hêzên hegemon û komploger hewl dan ku girtîgeha Îmraliyê bikin cihê tunekirina projeya azadî û rizgariya gelan. Rêber Apo jî bi ked û têkoşîna xwe Îmralî veguherand dibistaneke aştî, azadî û demokrasiyê. Ji bo vê jî hêvî û bendewariyên gelan ku hatibûn binaxkirin, careke din bi banga Rêber Apo re zindî bûn. Ji bo vê jî ev bang ji aliyê gelên azadîxwaz ve hat hembêzkirin, coş û kêfxweşiya xwe bi gelek rêbazan anîn ziman. Yanî bi Rêber Apo re baweriya çareserkirina aloziyan, avakirina pêşerojeke aştiyane û azad, afirandina jiyaneke bi ewle ya bi azadî û demokrasî rêskirî bipêş ket.

*Li gor em dişopînin ji aliyê Abdullah Ocalan, partî û gel ve gavên bi niyeta çareseriyê hatin avêtin. Hûn helwest û tevgera dewleta Tirk a di vî warî de çawa dibînî?

Ya girîng, mirov gavên ku di pratîkê de tên avêtin bibîne û binirxîne. Mixabin ev pêvajo heta niha yek alî dimeşe, Rêber Apo tiştê ku  dikeve ser milê wî kir û ji xwe zêdetir jî kir. Rêber Apo bi gavavêtinên xwe re cidiyeta proje, bang û niyeta xwe raber kir. Lê dewleta tirk heta niha jî cidiyeta xwe ya li hember pêvajoyê nîşan nedaye. Bi taybet di mêjî û helwesta hêzên ku dewletê birêve dibin de, tu nîşaneyên niyeta wan a çerseriyê tuneye. Berovajî wê em her dibînin ku helwesta wan pêvajoyê lewaz dike, bi taybetî jî dema ku vê pêvajoyê weke qonaxa avakirina dewleteke bê teror pênase dikin de nakokî xwe didin der. Di vî warî de yên ku dewleta Tirk wan weke terorsît bi nav dike, ew kes û civaka ku bi salan e têkoşîna mîsogerkirina maf û hebûna xwe dike. Yên ku ev navê terorîzmê ferz dikin, bi xwe bi salan e ku gelan di qirkirinê re derbas dikin, zarok û jinan qetildikin. Ji bo vê jî ev nêzikatî û mantiq bi tu awayî jî nayê pejirandin û erêkirin.

Rêber Apo gavên pir mezin avêtin, ji bo her çar parçeyên Kurdistanê, ji ciwan, jin, rêxistin û partiyan re peyam şand. Her wiha ji bo hîn hêzên di Rojhilata Navîn de, eşîrên Ereb û hwd re nivîs û peyam rêkir. Yanî Rêber Apo  hemû beş û aliyî tevlî pêvajoyê kirin ku rola wan a dîrokî bi wan da naskirin û di heman demê de qabiliyeta xwe ya çareseriyê jî pêşkêş kir. Bi wateyeke din Rêber Apo eniyeke hevpar a li derdora projeya azadî, aştî, xwîşk û biratiyê azad û demokratîk ava kir.

*Te di nirxandina xwe de helwesta dewleta Tirk bi zelalî anî ziman. Di vî warî de mirov dikare vê dijbertî û hişmendiyê bispêre çi?

Ji xwe dewleta Tirk pênaseya wê hişmendiya netew-dewlet, netewperest û dewletên navendî dike. Ev jî armanca tevahî hêzên hegemon e ku sîstema xwe ya kapîtalîst berdewam bikin û hegemoniya xwe biparêzin, her wiha rijandina xwînê dewam bikin û civakan di talaniyê re derbas bikin. Ji bo vê jî ev pêvajo ne şerê di navbera di hêzan de ye, ev pevçûna di navbera bîrdoziyên dijber de ye. Bîrdoziyeke ya talan, wêrankirin, alozî û desthilatdariyê ye. Bîrdozî û projeya Rêber Apo jî di naveroka xwe de tê wateya tunekirina bîrdoziya hegemondar. Lewra jî destûr nayê dayîn ku Rêber Apo bi rengekî fîzîkî tevlî pêvajoyê bibe. Ev jî xwe dispêre tirsa hêzên hegemon a tunebûna bîrdozî û pergala wan.

*Ocalan ev pêvajo da destpêkirin û bipêş xist, lê heta niha ew tevlî vê pêvajoyê nebûye. Ji bo serxistina pêvajoyê, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan xwedî girîngî û wateyek çawa ye?

Pêşengê pêvajoyê Rêber Apo ye, yê ku dikare pirojeyê bighîne serkeftinê û çareseriyeke mayînde ava bike Rêber Apo ye. Lê çi derdikeve holê, Rêbertî fîzîkî tê durxistin û tevlîbûna wî ya pêvajoyê tê sînordarkirin. Ji bo vê jî dîsa ew hêzên dijber vê çareseriyê li gor berjewendiyên xwe didin bikaranîn û birêve dibin. Mînaka vê yekê jî destdirêjiya dewleta Tirk a li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ye. Yanî li aliyekî pêvajoya çarserkirina pirsgirêka Kurd-Tirk destpê kiriye, lê li aliyê din jî dewleta tirk gefan li Kurdên Rojavayê Kurdistanê dixwe û aloziya Sûriyeyê kûrtir dike. Tirkiyê dibêje em li dijî perçebûna Sûriyê ne, lê bi xwe jî perçekirinê ava dike û heta bi riya çeteyên xwe serkêşiya vê yekê dike.

Zelal e ku ew hêzên hegemon û netew-dewlet dixwazin temenê serdestiya xwe dirêj bikin. Lê weke mirovahî, gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî Kurd, hêvî û hêza xwe di piroje û bîrdoziya Rêber Apo de dibînin. A niha baweriya bi milyonan kesan ji çareseriya Rêber Apo heye ku ev yek di daxwazên wan yên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de xwe dide der. Ji bo vê jî baweriya me bi hêzên dewlet-netew tuneye, baweriya me bi hêza Rêber Apo heye. Yanî çiqas hêzên navnetewî jî bikevin nava çareseriyê, wê her tim berê me li Rêber Apo û çareseriya wî be. Di şeran de em amade ne ku xwe biparêzin ku ev yek di salên dirêj de diyar bû, lê di pêvajoyên çareseriyê de jî em ji bo aştî û lihevkirinê amede ne ku ev yek bi gelek gavan re jî hat teqez kirin.

*Jixwe we anî ziman ku baweriya we bi dewletê û hêzên din tune, baweriya we bi Ocalan heye. Di dawiyê de helwesta wan a şênber çi ye?

Em dubare dibêjin ku baweriya me di paşeroj û pêşerojê de jî bi hêz, rêxistin û rêbertiya me heye. Çawa ku me her tim digot kilîta çareseriyê li Îmraliyê ye, em vê gotina xwe dubare dikin. Ji bo vê jî dive deriyê Îmralî were vekirin. Rast e pêvajo bi fikir û perspektîfên Rêber Apo bipêş dikeve, lê divê ew bi awayê fîzîkî di nava vê yekê de amde be. Bi taybetî divê di vê xalê de mafê hêviyê bikeve dewrê, piştî 26 salan ji girtin û tecrîda ku hat jiyankirin û piştî Rêber Apo helwesta xwe aştiyê nîşan da, divyabû mafê hêviyê biketa piratîkê. Lê çawa ku me li jor anî ziman, careke din van hêzan mafê hêviyê, qanûn û hevpeymanên mirovî veguherandin mijarên siyasî ku Rêber Apo vê yekê di hevdîtinên xwe yên li gel parêzeran re teqez dike. Ji lewra em dibêjin ku baweriya me bi van hêzên hegemon tuneye, baweriya me bi Rêber Apo ye.