Li Girtîgeha Qerçekê çi diqewime? – GOTAR
Li Girtîgeha Qerçekê ya li Îranê di nava 10 rojan de du girtiyên jin ên nexweşiyên wan hebûn bi guman jiyana xwe ji dest dan. Digel ku girtiyên jin rojana bi îşkenceyê re rû bi rû ne divê bê lêpirsînkirin ku “Li Girtîgeha Qerçekê çi diqewime?”

BÊRÎVAN ÎNATÇÎ
Girtîgeha Qerçekê ku li başûrê rojhilatê Tehranê ye, wekî yek ji girtîgehên jinan ên herî navdar ên Îranê tê zanîn. Girtiyên siyasî, çalakvanên jin û kesên muxalif li wir di şert û mercên dijwar de tên girtin. Qerçek ku bi salan e ji ber binpêkirinên mafên mirovan di rojevê de ye, bi mirina dawî re dîsa bala xelkê kişandiye ser xwe.
Înfaza bêdeng rêbazeke din a sêdarê
Di hefteyên dawî de, girtiya siyasî Somaye Raşîdî piştî ku dermankirina wê nehat qebûlkirin, ket komayê û piştî têkoşîna 11 rojan jiyana xwe ji dest da. Beriya wê girtiya bi navê Sudabeh Asadî jî ku bi sûcên darayî li Girtîgeha Qerçekê ya li Varamînê dihat girtin û nexweşiyên wê hebûn roja 15’ê Îlonê ji ber ku nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Ev mirin nîşan didin ku astengkirina sîstematîk a mafê tenduristiyê veguheriye celebek înfaza bêdeng.
Rêbazek tolhildana ji serhildanên Jin Jiyan Azadî
Ev atmosfera zordariyê ya rejîma Îranê, bi taybetî piştî serhildanên "Jin, Jiyan, Azadî" zêdetir bû. Serhildana azadiya jinan ku bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir û ji Rojhilatê Îranê belav bû, bû sedem ku rejîm êrîşên xwe yên li ser jinan û gel zêdetir bike. Dema ku bi hezaran kesan li kolanan dirûşmên azadiyê qîr dikirin, dewleta Îranê ji bo tepeserkirina vê qîrînê serî li girtinên girseyî da. Zindan tijî bûn û jin û ciwan bi awayekî sîstematîk hatin hedefgirtin. Zindana Qerçekê bû sembolek berbiçav a van polîtîkayan.
Li dijî jinên girtî tecrîd û îşkence
Jinên di girtîgehê de di heman demê de bi muameleya xerab, tundî û tecrîdê re jî rû bi rû dimînin, mafên wan ên serdanê tên sînordarkirin, mafê axaftina bi telefonê tê sînordarkirin û têkiliya wan bi malbat û parêzeran re tê astengkirin. Gelek jin neçar in di bin zext û gefên gardiyanan de bijîn. Înkarkirina lênêrîna tenduristiyê rasterast bandorê li mafê wan ê jiyanê dike.
Amûreke ji bo tepisandina tevgera azadiya jinan
Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî gelek caran li ser Girtîgeha Qerçekê rapor weşandin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Çavdêriya Mafên Mirovan şert û mercên girtîngehê wekî "nemirovane" û "biçûkxistî" bi nav kirin. Lê tevî van bangan jî rejîma Îranê ji polîtîkayên xwe yên tepeserkirinê paşve gav neavêtiye. Qerçek, di çavên rejîmê de, ne tenê girtîgehek e; ew amûrek e ji bo tepisandina tevgera azadiyê ya ku ji hêla jinan ve tê birêvebirin ku her ku diçe mezin dibe.
Serhildan didome: Li girtîgehan qîrîna azadiyê olan dide
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Qerçekê ruxmê hemû zordarî, îşkence û tundiya pergala mêr-dewletê ku bi navê rejîma Îranê xwe didomîne li ber xwe didin. Dengê ku îro ji Qerçekê bilind dibe ne tenê dengê Somaye Raşîdî ye, dengê hemû girtiyên din ên jin e. Ev deng nîşan dide ku daxwazên azadiyê yên di dema serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" de li kolanan hatine qêrîn, li pişt dîwarên zindanan jî berdewam dikin. Rejîma Îranê bawer dike ku ew dikare bi zêdekirina tepeserkirinê, civakê bêdeng bike; lê dîsa jî her mirin, her berxwedana li Qerçekê careke din tîne bîra me ku çima azadî ewqas bi hêz deng vedide.
Di pergala mêtingeriya mêr-dewletê de ku ji azadiya jinan re sînoran datîne, jiyanê li jinan diherimîne, li girtîgehan jinên berxwedêr bi mirinê re rûbirû dihêle de, têkoşîna hevpar a jinan mijareke nebe nabe ye. Lewre divê jinên cîhanê bi hev re bipirsin; gelo li girtîgehên ku bûne îşkencexane çi diqewimin?