Ezgî Sila Demîr: Mafê gel ya xwe gihandina nûçeyên rast tê astengkirin

Parêzvana mafan Ezgî Sila Demîr a balkişand bi binçavkirina rojnamegeran re mafê gel ya wergirtina nûçeyên rast tê astengkirin, diyar kir ku ew ê li dijî binpêkirinên di pêvajoya binçavkirinê de tên jiyîn dê pêvajoya qanûnî bidin destpêkirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Di 8'ê Hezîranê de li Amedê di serdegirtina malan de 7 jê jin 20 rojnameger bi giştî 22 kes hatin binçavkirin. Dema pêvajoya binçavkirina rojnamegerên hatin binçavkirin du caran hat dirêjkirin, di vê pêvajoyê de der barê sedema sûcdarkirina rojnamegeran de tu agahî nehat parvekirin. Dema rojnamegerên ku 7 rojin di binçavan de tên ragirtin di vê pêvajoyê de di hucreyên yek kesî de hatin ragirtin, rastî gelek binpêkirinên mafan jî hatin. Pêdiviyên bingehîn ên rojnamegerên ku di hucreyên bê hewa de tên ragirtin jî bi awayekî keyfî nayê pêkanîn.

“Peymanên navneteweyî tên paşguhkirin”

Cîgira Seroka Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Ezgî Sila Demîr a der barê binpêkirinên mafan ên rojnamegeran dijîn axivî, diyar kir ku bi binçavkirina rojnamegeran re mafê gel ya wergirtina nûçeyan jî tê astengkirin. Ezgî Sila Demîr dest nîşan kir ku yek ji têgehên ku di peymanên navneteweyî û destûra bingehîn a Tirkiyeyê de hatiye garantîkirin azadiya çapemeniyê ye, lê belê ev têgeh tê paşguhkirin, balkişand ku bi binçavkirina rojnamegeran re gel ji wergirtina nûçeyên rast bêpar tên hiştin.

“Biryara nepenîtiyê bi çi armancê tê dayîn?”

Ezgî Sila Demîr, destnîşan kir ku biryara nepenîtiyê ya di dosyayên kedkarên çapemeniyê de di gelek pêvajoyên binçavkirinê yên li herêmê tên kirin de tê pêkanîn, bi van gotinên xwe re bal kişand ser bêhiqûqiya tê dijîn: “Em nizanin bi çi armancê ji dosyayên rojnamegeran re biryara nepenîtiyê hat dayîn. Dema gelek hevalên me yên parêzvanên mafên mirovan an jî hevalên me yên ji rêxistinên pîşeyî yên din tên binçavkirin jî, em nizanin bi çi sedeman hatine binçavkirin. Bi rastî ev rewşek e ku mafê darizandina adil asteng dike ye. Çi kedkarên çapemeniyê be, çi welatiyekî normal be ev binpêkirinek mafan e. Mafê mirovan heye ku bizanibin bi çi sedemê hatine binçavkirin. Ev jî rewşeke ku rasterast mafê darizandina adil asteng dike ye.”

“Xebatkarên çapemeniya Kurd kedên mezin didin”

Ezgî Sila Demîr, diyar kir ku xebatkarên çapemeniya Kurd dinava zehmetiyên aborî de bi kedeke cidî di lêgerîna heqîqetê de ne, wiha got: “Ragihandina nûçeya rast hêzek pir cidî ye. Xebatkarên çapemeniya Kurd ev pêvajo bi keden pir mezin gihandin vê astê. Ger îro xebatkarên çapemeniya Kurd nebûna, me nedîtîba Kemal Korkut çawa hat qetilkirin. Tişta ez dixwazim bêjim ev e; mafê gihandina agahiya rast ji bo her kesî mafekî wekhev e. Agahiya rast jî di gel de seknek polîtîk derdixe holê. Ji ber ku gelê Kurd jî civakek polîtîk e, rasterast astengkirina mafê wê ya gihandina nûçe, li dijî zêdekirina kaosa heyî ye jî.”

“Em ê li dijî binpêkirinan pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin”

Ezgî Sila Demîr herî dawî diyar kir ku ew ê şopdarê binpêkirinên mafan ên rojnamegeran li girtîgehê dijîn bibin û serlêdanên binpêkirinan bigirin û der barê mijarê de pêvajoya qanûnî bidin destpêkirin.