Encama karesata lêhiyê her ku diçe girantir dibe

Li Pakistanê hejmara kesên ku ji ber lehiyên ku ji ber barana mûsonê ya zêde çêbû jiyana xwe ji dest dan derket hezar û 481 kesan û her wiha 12 hezar û 748 kesên din jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan - Rayedarê Karesatan li Pakistanê ragihand ku jimara kesên ku ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane gihîştiye hezar 481 kesan û her wiha 12 hezar û 748 kesên din jî birîndar bûne, 1.75 milyon xanî zirar dîtine, ji wan 569 hezar û 800 bi temamî hilweşiyane, 908 hezar û 13 heywan jî minrine.

Di dawiya Tebaxa borî de, Wezîrê Karûbarên Avûhewayê yê Pakistanê Şîrî Rehman eşkere kir ku ji ber lehiyê sêyeka welat bi tevahî di bin avê de maye.