Dilbirîn Kobanê: Perspektîfên jinên El-Hisbê ji Tirkiyeyê tên
Fermandara Herêma Cizîrê ya YPJ'ê Dilbirîn Kobanê bi berfirehî armancên operasyonê nirxand û got ku serkeftina herî mezin a vê operasyonê xilaskirina du jinên Êzidî û 3 jinên Ereb ên bi zincîran hatibûn girêdan bû.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê – DAIŞ a ku cîhanê tirsandibû bi hêza jinên Kurd ên ku pêşengiya Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin hat têkbirin. Her wiha yekemîn car di Kobanê de û cara duyemîn jî li Baxozê dawî li DAIŞ'ê hat anîn û ala serkeftinê hat bilindkirin. Malbatên çeteyên DAIŞ'ê yên ku xwe radestî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kirin, wê demê şandin Kampa Holê. Di nav salên derbasbûyî de ev kampa ku xetertirîn kampê li cîhanê ye ji aliyê şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê rojane kiryarên dermirovî li dijî jinan û zarokan hat kirin.
Ji destpêka sala 2022'an heya niha 44 kes di nav de 14 jin û du zarok hatibûn kuştin. Bi armanca bêbandorkirina şaneyan û pêkanîna ewlehî û aramiyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya YPJ û QSD'ê di 25'ê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dan destpêkirin û heya roja îro didome. Fermandara YPJ'ê ya Herêma Cizîrê û Koordîneya qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê Dilbirîn Kobanê der barê operasyonê de ji ajansa me re axivî.
Rêxistin û sîstema jinên El-Hisbê di Kampa Holê
Dilbirîn Kobanê behsa Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di jihevxistina rêxistina jinên El-Hisbê destê rast ê DAIŞ'ê de kir û wiha got: "Rêxistinbûyîn û sîstema jinên El-Hisbê di Kampa Holê de hatibû avakirin, me xeteriyeke wê ya mezin li ser hemû jinan dît. Me ji nêz ve ev mijar dişopand ku ev sîstema di hundirê Kampa Holê de wê li derve jî belav bikin, ev jî xetereyek giştî dide çêkirin. Ya ku me di vê operasyonê de dît dibistanên jinên El-Hisbê hebûn ku zarokên keç ên 7 salî li ser fikrên tundrew dihatin perwerdekirin. Mamosteya ku ev perwerde bi rê ve dibir da ku van zarokan heya ciwanan bîne ser riya DAIŞ'ê, hat girtin. Ger ku ev pergal belav bibe bêguman wê bandora wê li ser tevahî dunyayê bike. "
"Zarokên ji aliyê jinên El-Hisbê ve tên perwerdekirin hatine erkdarkirin"
Dilbirîn Kobanê da xuyakirin ku jinên ji rêxistina El-Hisbê zarokên perwerdekirî erkdar dikin û wiha domand: "Di operasyona me ya li dijî van jinan de diyar bû ku di konên taybet de zarokan perwerde dikin û mejiyê wan dişûn. Her wiha konê wekî dibistan didan bikaranîn. Heya ku em bighîjin hûcreyên wan ên bingehîn ên mayî ku xeteriya mezin didin çêkirin, wê operasyonên me bidomin. Zarokên ku li ser fikrê DAIŞ'ê tên perwerdekirin, di heman wextê de wan erkdar jî dikin. Her zarokek xwedî erkeke cuda ye ku agahiyan der barê kesên hewl didin ji riya DAIŞ’ê dûr bikevin dişopînin û didin ku paşê jinên El-Hisbê wan digrin, îşkence dikin û paşê dixin zindanên taybet ên ku ava kirine, jin bi destên jinan tê kuştin. Em ê vê sîstemê ne li herêmên xwe û ne jî li cihek û welatekî din qebûl bikin. Ne tenê li Kampa Holê lê belê li ku derê be jî em wekî Hêzên Parastina Jin xwe berpirsiyar dibînin ku rêxistinên xeternak têk bibin."
"Perspektîfên jinên El-Hisbê ji Tirkiyeyê tên"
Dilbirîn Kobanê da zanîn ku Tirkiyeyê ji jinan re gotiye ku biçin tevli DAIŞ’ê bibin û rêxistineke El-Hisbê ava bikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Di Kampa Holê de fêzek heye ku ji Mûhacîratan pêk tê, ev beş tenê ji jinên biyanî yên ji 65 welatî hatine pêk tên. Jineke ji wî fêzî ku nexwest navê xwe eşkere bike dibêje ku Tirkiyeyê ji wan re gotiye biçin tevli DAIŞ'ê bibin û projeyên rêxistina El-Hisbê dane wan ku di Kampa Holê de bi pêş bixin. Perspektîfên ji Kampa Holê re tên ji Tirkiyeyê ne. Her kes dizane rastiya dewleta tirk çi ye û çawa ye ku zarokên welatên Ereb li hember hev wekî çete dan bikaranîn û kuştin. Jinên biyanî xapandin û derbasî vir kirin ku aramiya vî welatî û civaka me têk bibin. Projeyên dewleta tirk ên wiha ne tenê ji bo herêmên me lê belê ji bo gelek welatan tên plankirin. Yên ku li gorî şertên jinên El-Hisbê tevnegerin tên îşkencekirin, ger ku teslîm nebûn jî tên kuştin. Wekî ku madeyên teqemeniyê bixin bin civakê û wan ji kokê ve rabikin. Xeteriyeke wan a wiha jî heye. Lê belê ew negihiştin armancên xwe. Lêgerînên me yên li hemberî pergala wan wê bidome."
Rizgarkirina 2 jinên Êzidî û 3 jinên Ereb ên bi zincîran hatibûn girêdan
Dilbirîn Kobanê da payin ku xilaskirina jinên 2 Êzidî û 3 jinên Ereb cihê şanaziyê ye û wiha pêl da gotinên xwe: "Xilaskirina du jinên Êzidî ji bo me wekî YPJ'ê cihê şanazî û serkeftinê ye ku me sozek dabû wan em ê wan ji wê zilmê xilas bikin. Li hemberî fermana ku jinên Êzidî rastî wê hatin û di bazaran de hatin firotin, me soz daye ku ew jin li ku derê bin em ê wan rizgar bikin. Hovîtî û hişmendiya DAIŞ a tundrew ne tenê li ser jinên Êzidî li hemberî hemû jinan pêk tê. 3 jinên zincîrkirî di kampê de hatin dîtin ku ew jin jî Ereb bûn. Bêguman me ew jinên di wê rewşê de dît û ji wê zilmê xilas kir. Çîroka van jinan pir bi êş bû. Şev û roj bi zincîrê hatibûn girêdan, şopê li ser bedena wan hovîtiya DAIŞ’ê derdixist holê. Gava destpêkê dema ku dixwazin wan jinan îşkence bikin hemû çirayan vedimrinîn ku hem şerekî pskilojîk hem jî îşkenceya ku dilê wan dixwaze li wan jinan dikin. Bi dengê ling û pêlavên xwe dema ku çete derbasî konê dibûn, qîrkirina dengê xwe bi ser wan de zextekî pskilojîk li ser wan didan meşandin. Ev hemû jî wijdan nikare rake."
Operasyon didome
Dilbirîn Kobanê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li hember xeteriya heyî em ê bêdeng nemînin û rojên bidawîkirina Operasyona Mirovî û Ewelehiyê me diyar nekiriye. Her wiha em ê pêngavên wiha qet nesekinînin heya ku ev xetere bi dawî bibe."