Encama kampanyaya îmzayan hat ragihandin

Înisiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê encama kampanyaya komkirina îmzeyan a ku du meh in ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi daxuyaniyekê ragihand.

Qamişlo – Di 22’yê Çileya 2023’an de Înisiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Înisiyatîfa Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî tecrîda girankirî, pêngava komkirina îmzeyan da destpêkirin. Îro Insiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê encama vê kampanyayê bi rêya daxuyaniyekê li Stadyuma Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi amadebûna endamên înisiyatîfê, bi dirûşmeya “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaza rakirina tedrîda li ser Rêber Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî dikin” ragihand.

Zêdetirî 2 milyon îmze hatin komkirin

Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ahîn Elî ve hat xwendin, wiha bû: “Di çarçoveya kampanyaya komkirina îmzeyan a ku Insiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan di 22’ê Sibatê de hatibê ragihandin. Bêguman bi beşdariya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevî gelê me yê li Paytexta Sûriyê Şamê, Lubnan û Başûrê Kurdistanê, ev kampanya dihat meşandin. Hêjmara îmzeyan gihişt 2.626.828 îmzeyan. Bi sedan komîteyên komînan, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdarî vê kampanyayê bûne û di vê çarçoveyê de em weke komîteya destpêker xebatên wan ên bi her awayî ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo silav dikin.

Em bêdengiya navneteweyî ya rêxistinên mafên mirovan bi taybetî CPT bi tundî şermezar dikin û ji wan dixwazin ku bersivê bidin bangên gelê me û bersivê bidin daxwazên wan di vê qonaxa hestiyar de wekî rêxistineke mirovahî rola ku ji wan re hatiye spartin de bilîzin. Bîst û sê meh derbas bûn û me tu agahî derbarê Rêber Apo de bi dest nexistine û em karesata erdhejê û encamên wê yên li Girava Îmraliyê ji bîr nakin û di vê karesatê de çarenivîsa Rêber Apo jî zelal nebû.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.