Enahîd Qesebiyan: Bi yekitiya jinan serkeftinên dîrokî tên bidestxistin
Endama Komîteya amadekar a Kongreya Yekitiya Jinên Ermenî Enahîd Qesebiyan teqez kir ku lidarxistina Kongreyê bersivek ji planên dagirkerî û qirkirinê re ye û got: “Emê bi rêxistinbûyîna xwe hebûna xwe biparêzin.”
RONÎDA HACÎ - EBÎR MIHEMED
Hesekê -Di dîrokê de cara Yekemîn Yekitiya Jinên Ermenî piştî qirkirina 107 salan xwe li Sûriyeyê bi rêxistin kir û di 30’ê Tebaxê de li Taxa Til Hecer a Bajarê Hesekê Kongreya xwe ya Yekemîn bi beşdarbûna 150 delegeyan li dar xist. Di kongreyê de Kongra Star, Yekitiya Jinên Suryan, Tabûra Şehîd Nûbar a Leşkerî, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Partiya Yekitiya Demokratîk PYD, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Endam û Rêveberên saziyên civaka sivîl amade bûn. Kongre diyarî Têkoşer Sîlva Kabûtîkyan hat kirin. Têkldarî vê mijarê Endama Komîteya amadekar a Kongreya Yekitiya Jinên Ermenî Enahîd Qesebiyan axivî.
“Serkeftinên îro berdewama berxwedana jinên têkoşer ên di dîrokê de ye”
Enahîd Qesebiyan bal kişand ser Têkoşer Sîlva Kabûtîkyan ku di dîrokê de ji bo azadiya jinan û mafên gelê Ermen kar û xebat kiriye û wiha anî ziman: “Di dîrokê de gelek jinên têkoşer ku ji bo doza Ermenî û mafê wan kar û xebat kirin hene. Yek ji wan jinan têkoşer Silava bû ku bi riya pênûsa xwe bûyer û komkujiyên di sala 1915’an de bi destên Osmaniyan pêk hatin nivîsand. Her wiha ji bo azadiya hemû jinan û doza Ermeniyan her banga tolhildan û serhildanê dikir. Koçberiya ku di komkujiya 1915’an de pêk hat êşa koçberiyê û berxwedana gelê Ermenî Sîlva bi pênûsa xwe bû dengê wan. Ji bo wê îro lidarxistina kongreya me û rêxistinbûna xwe berdewama xeta têkoşer Sîlva û rêhevalên wê ne. Em wekî jinên Ermen Sîlva ji bo xwe sembola jinên azad dibînin.”
“Armanca me kombûna gelê Ermen û xwedîderketina li dîrok û nasnameyê ye “
Enahîd Qesabiyan da zanîn ku kombûna hejmarek bi vî rengî ji jinên Ermenî bersiva herî xurt e ji dijmin re û wiha got: “Dema gelê Ermenî rastî komkojiyê hat belav bû û her kesê nasnameya xwe winda kir, ev yek jî armancên sereke yên dijmin bû. Piştî Şoreşa Rojava meclisa Civaka Ermenî hat avakirin û kar û xebat ji bo kombûna gelê Ermen hatin meşandin. Me dît ku gelê Ermen ji metirsiya desthilatdariya Osmanî û dewletan ola xwe guhert bû misilman û file. Lê piştî vê şoreşê her kesê got ez Ermenî me, rastî komkujiyê hatime. Ji bo wê wekî yekitiya jinên Ermen armanca me ya sereke ew e ku her kes vegere rastiya xwe û xwedî li çand, nasname û dîroka xwe derkeve. Îro kombûna me serkeftineke dîrokî ye. Ji bo parastina nirxên şoreşê îro em li vir kom bûne.”
“Bi rêxistinbûyîna xwe em ê xeyalên dapîr û bapîrên xwe pêk bînin”
Enahîd Qesebiyan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewama Komkujiya 1915’an e. Dixwazin careke din dîroka xwe ya reş dubare bikin û gel qir bikin da ku desthilatdariya xwe zindî bikin. Em dibêjin ku ji bo em van êrîşan têk bibin em kom dibin û rêxistina xwe xurtir dikin da ku planên qirkrinê têk bibin û xewn û xeyalên dapîr û bapîrên xwe pêk bînin. Em lidarxistina vê kongreyê destpêkê li dapîr û dayikên xwe pîroz dikin û em ê bi yekitiya xwe ji her kesê re bidin diyarkirin ku em îro bi çand û dîroka xwe hene. Kes nikare me tune bike.”