Gultan Kişanak: Em ji bo serkeftina gelê xwe têdikoşin

Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak di Doza Kobanê de axivî û diyar kir ku armanca ew nîne ku bi kesekî bidin qezenckirin an jî windakirin û ev tişt anî ziman: “Em ji bo serkeftina gelê xwe têdikoşin.”

Enqere – Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Girtiyên siyasî di danişînê de parastina xwe kirin. 

Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak ji Girtîgeha Jinan a Kocaeliyê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Gultan li eywana dadgehê ji bo hilbijêran axivî. Namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Enqereyê Ozturk Turkdogan û gelek kesên din jî di danişînê de amade bûn. 

Gultan Kişanak di danişînê de wiha got: “Ev darizandine ev bû demekî dirêj didome. Hem ji bo me hem jî ji bo endamên şandeyê veguherî pergaleke îşkenceyê ya wisa ku êdî rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê vedike. Lewma ez ê îro gotinên xwe gelek dirêj nekim. Lê belê em di pêvajoya hilbijartinê de ne û ez jî namzeta Bajarê Mezin a Enqereyê me. Bi vê wesîleyê divê ez çendek tiştan bibêjim. Di serî de hemû kesên li eywanê, malbatên xwe, gelê xwe, heval û parêzerên xwe bi rêzdarî silav dikim. 

Newroza Amedê her tim seknekî xurt nîşan daye

Duh li Stenbolê Newroz hebû. Me nekarî tev li bibin û me zêde nedît jî. Ji ber ku medya di destê serdestan de ye, yek rêzik jî derbas nebû bê ka çi bûye. Lê me coş, kelecan û germahiya Newroza Stenbolê li vir jiya. Ez Newroza gelê me pîroz dikim, hemû kesên beşdarî Newroza Stenbolê bûne silav dikim. Li gorî min gotina divê di hilbijartina Stenbolê de bihata gotin li qada Newrozê hate gotin. Di 21’ê mehê de dê li Amedê Newroz were pîrozkirin. Ez ji niha ve silavên xwe ji xelkê Amedê re dişînim. Newroza Amedê her tim seknekî xurt nîşan daye. Li gorî min ev Newroz jî dê wisa be. Amedê şahidiya Newrozên bi sê zilikên şixarteyê hatine pîroz kirin kir û rê li ber serdemeke nû vekir. Meşaleya berxwedana ku zilma li zindana Hejmar 5’ê bidawî kirî bû.  Her wiha zarokên esmer ên Amedê, zarokên kurdan bi şewitandina lastîkan Newroz pîroz kir. Me ew roj jiyan û Amed şahidê vê ye. Wan îşaret bi serdemeke din dikir û meşaleya pêvajoya têkoşîna nû bû. Di sala 2012’an de hewl dan Newrozê qedexe bikin û Amed bû şahid bê ka berîqet çawa tên hilweşandin û rê li ber serdemeke nû vekir. 

Newroz pîroz be 

Newroza 2013’an meşaleya pêvajoyeke nû li vî welatî vêxist. Gelê Amedê, gelê kurd, îradeya gelê kurd di Newroza 2013’an de gotina xwe kir. Em hêj jî li gel wê gotinê ne. Hêj jî li vî welatî ji bo aştî û avakirina komareke demokrtîk, em li girtîgehan, li eywanên dadgehan û li qadan li ber xwe didin. Her dem dibêjin ya gotina dawî ya berxwedêran e. Li gorî min gelê Amedê dê careke din gotina xwe bike. Ez silav, rêz û hezkirina xwe ji wan re dişînim. Newroz pîroz be. 

Dê azadî bi ser keve

Belê, wateyeke taybet a Newrozê ji bo gelê kurd heye lê cejna hevpar a gelên Rojhilata Navîn û Kafkasyayê ye. Lewma pir girîng e. Wisa xuya dike ku heke em bikarin di cejnan de bibin yek, em dikarin çareseriyên hevpar jî ava bikin. Newroz, mizgîniya biharê ye. Ji bo hemû gelan wisa ye… Lewma jî Newroz; bihara mazlum û bindestan û zivistana reş û tarî ya serdestan e. Di cewhera jiyanê de azadî heye. Dê jiyan bi ser keve, dê azadî bi ser keve, dê Newroz bi ser keve. Ez careke din Newroza hemû gelên me pîroz dikim.

Min weke nameta Bajarê Mezin a Enqereyê namzetiya xwe ragihand. Lijneya Bilind a Hilbijartinê jî namzetiya min qebûl kir. Diviyabû niha di fermiyetê de em bi namzetên din re di nava mercên wekhev de biketina pêşbirkê. Lê mixabin astengiyên ne hêjayî demokrasiyê hene. Divê wiha bûya; ez xwedî wan mafan im ku bibim hevşaredar û diviya derfetên meşandina kampanyayê bihatina dayîn. Ev yek asteng kirin. Wisa xuya dike ku dê heta hilbijartinê wiha bidome, belkî heta piştî hilbijartine jî... 

Ji we re qewet be

Ez niha dibînim ku di serî de jinên li Enqereyê, li her devera welêt gelê me xwedî li kampanyayê derdikeve. Meclisa me ya jinan, hevalên jin, jinên femînîst, dost û rêhevalên me bûne Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Ayla Akat Ata, Ayşegul, bûne Alp Altinors... Gelek hevalên ku ez niha nikarim navên wan tevekan bibêjim ev peywir li xwe girtine û ji dil û can xebatên kampanyayê dimeşînin. Ez li ser navê hemû hevalan spasiya wan dikim. Ez spasiya her kesên baweriya xwe bi aştî, demokrasî û azadiyê anîn dikim. Ji we re qewet be, rêya we vekirî be. Hêvîdarim rêya we derkeve aştî û azadiyê. 

Ev têkoşîn têkoşîna me ye

Ez dixwazim bi kurtî behsa efsaneyeke ku her kes pê dizane, bikim. Ew efsaneya teyrê Sîmurg e, Çûk rastî lêgerîna teyrê Sîmûrgê ku dê hemû çûkan pêşengiya lêgerîna azadiyê bike, derketin rê. Di hezar û yek ceribandinên dijwar re derbas dibin û heft geliyan bi ser dikevin. Lê 30 çûk rêya xwe didomînin. Herî dawî digihîjin Çiyayê Qafê. Dema ku digihîjin Çiyayê Qafê, bi rastî hêvî dikin ku Sîmûrg wan azad bike. 'Ew ê me azad bike, me xilas bike'. Lê gava ku ew têne, ew hinekî xemgîn dibin. Tiştê ku dîtin; Serê çiya û ezman e. Neynikek ber bi rûyê wan ve tê girtin. Dema li neynikê dinêrin, Sîmûrg dibînin. Bi rastî, tiştê ku ew dibînin bi xwe ne. Ev têkoşîn jî wisa ye. Ev têkoşîn têkoşîna me ye. Ne ya min, me hemûyan. Wek rêwiyên Sîmûrgê hûn li azadiya xwe digerin. Û gava hûn bi ser ketin, hûn ê bibînin ku ew azadî hûn in, em, em hemî ne. Tirk, elewî, sunî, bindest, yên din, jin, her kes... Her kes mijara vê têkoşînê ye, xwediyê rastî yê vê têkoşînê ye. Em ê bi hev re vê rêwîtiyê bikin, em ê van zehmetiyan bi hev re derbas bikin. 

Dixwazin encamên hilbijartinê biguherînin

Hevalên me diyar kirin ku nikarin li vir dengê xwe bidin. Qanûn; Ji wan re dibêje bila li cihên ku girtî lê tên ragirtin dengê xwe bidin. Bi gotina ku hûn tenê dikarin li cihê ku lê rûniştina we ya sereke ye dengê xwe bidin, mafê me girtiyan sînordar dikin. Ev bi tevahî mijarek tercîhê ye. Bi tevahî neqanûnî. Ti pêwendiya wê bi qanûn û qanûnê re nîne. Dixwazin encamên hilbijartinê biguherînin. Belê, li vî welatî hiqûq hatiye rawestandin, daraz bûye siyaset û heta siyaset ketiye şûna darazê. Em vê yekê dizanin.

Armanc zelal e 

Me ji destpêkê ve bi zelalî diyar kir ku em hewl nadin ku kesek bi ser bikeve û winda bike. Em ji bo xwe bi ser bixin têdikoşin. Em ji bo gelê xwe bi ser bikevin têdikoşin. Em ji bo demokrasî bi ser bikeve têdikoşin. Em ji bo aştî û azadiyê bi ser bikevin têdikoşin. Em ji bo jin, kedkar, feqîr û yên din bi ser bikevin têdikoşin. Weke jin em li dijî kesên ku difikirin ji bilî mêran ti kes nikare bajaran bi rêve bibe, têdikoşin. Armanca me pir zelal e. 

Em dev ji daxwaza demokrasiyê bernadin  

Kes nikare me ji bîr bike. Em gihiştine asteke ku neyên jibîrkirin û ne jî paşguhkirin. Me hemûyan bi hev re weke gel êşên mezin kişandin, zehmetiyên mezin kişandin, bedelên mezin dan. Lê me li ber xwe da, me şer kir û me dev ji daxwaza xwe ya azadiyê berneda. Me dev ji daxwaza xwe ya demokrasiyê berneda. Em hatine vê rojê.

Kes nikare rastiyê berewajî bike 

Dema her kes devê xwe vedike divê behsa kurd, elewî, jin û kedkaran bike. Hûn dizanin, dema siyasetê dikin û deng dixwazin, di bîra me de ne, divê vê bikin. Ji ber ku em li vir in. Demek berê, reşikên ku ji bo rakirina koletiyê têdikoşiyan, di wê demê de sloganek pir xweş hebû. 'Min bibînin' Li vir em li Enqereyê ne, ger hewce bike, li salona dadgehê, ger hewce bike, li qada hilbijartinê, ger hewce bike, li salona parlamentoyê ne. Divê ew me bibînin. Ev rastiya welat e. Ev rastî ye. Kes nikare vê rastiyê berevajî bike.

Dema ku me digot em ê ji Amedê heta Enqereyê û ji Enqereyê jî heta her derê pirên aştiyê ava bikin, me vê rastiyê nîşan da. Jin jî wê siyaseta aştiyê bi rê ve bibin û ji pirsgirêkên vî welatî re çareseriyeke mezin derxînin holê. Mixabin yên ku naxwazin pirsgirêkên vî welatî çareser bibin şîdet bikar tînin. Me helwesteke ku wê vê xeleka tundiyê bişkîne derxistiye holê û em ê vê jî bidomînin. Di serî de dayikên li Tirkiyeyê di dilê wan de êş heye, şikandinek heye û gazinc heye lê belê hêrs nîne. Ev rehê herî xurt e ku em dikarin bigirin. Kîn tune, hêrs tune.

Tu rêyek din nîne 

Her çendî ku hewl bidin DEM Partiyê krîmînalîze bikin jî, pêdiviya hemûyan heye ku bi DEM Partiyê re hevdîtinê bikin. CHP jî muhtac e, AKP jî muhtac e. Hingî ku em hebin û gel xwedî li vê îradeya xwe derkeve, ew mecbur in. Ew mecbur in ku têkildarî pirsgirêka Kurd gotineke demokratîk bêjin. Ji ber ku ti rêyeke din nîne.

Hêzeke mezin dê derxînin holê

Weke kedkar, gelên bindest, xizan, jin, Elewî, Kurd û weke heqîqeta vî welatî em hene û em ê timî jî hebin. Hêza guhertina siyasetê di vê hebûnê de ye. Wê bên guhertin. Dema em dibêjin dema guhertinê, em tenê qala xwe nakin. Her kesê ku li dijî heqîqetê disekine, wê were guhertin. Heqîqet tiştekî bi vî rengî ye. Tevgera femînîst, tevgerên jinan ji bo çareseriya pirsgirêkên vî welatî xwedî roleke pêşeng in. Qasî vê rolê me pir baş bi rola xwe rabû. Ji vir û şûn de jî bi rengekî pir xurt wê bi vê rola xwe rabe.

Dema me digot em ê ji Amedê heta Enqereyê, ji Enqereyê heta çar parçeyên Turkiyê pirên aştiyê ava bikin, me qala vê heqîqetê dikir. Jin wê di siyaseta aştiyê de jî pêşengiyê bikin, ji bo çareseriya pirsgirêkên vî welatî wê hêzeke mezin derxînin holê.

Em ê ji bo aştiyê bi rê bikevin. Ti kes wê rêyê bexşî me nake. Em ê wê rêyê vekin. Em ê wê rêyê, wan piran ava bikin. Em ji bo vê hilbijartinê kedeke mezin didin û dixebitin. Em ê piştî hilbijartinê vê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin û veguhêzin heta cihê ku em encamê lê werbigirin. Lewma ez we hemûyan pîroz dikim. Serkeftinê dixwazim.

Divê hesab bipirsin

Mijareke din jî heye. Têkildarî vê meseleya min a namzetiyê jî pir tê pirskirin. Di hemû hevpeyvînên ku bi min re tên kirin de, pirsa ‘Hûn rêveberiyeke çawa, şaredariyeke çawa difikirin’ tê pirsîn. Di van heft sal û nîvên ku ez hatîm darizandin de, min di her hevdîtina xwe de hewl da vebêjim. Li wir rêveberiyek heye ku li ser navê gel malê gel desteser kiriye. Em îtîrazê vê yekê dikin. Xwediyê rast ê rêveberiyê gel e. Jin li navenda wê rêveberiyê ne. Kedkar, meclîsên taxan, sendîka û komele divê bi rêveberiyê re bibin hevpar. Divê bibin xwediyê mafê biryar û gotinê. Dema pêwîst kir, divê hesab bipirsin. Eger ev yek were kirin, wê demokrasî ava bibe.

Dê îradeya gel derkeve 

Sozeke me ji ciwanan re jî heye. Meşale û germahiya hêza guhertina Newrozê û ya ronîkirina rêya Newrozê di dilê we de heye. Ji kerema xwe bila ciwan vê hêza xwe nedin paş. Bila vê enerjî û coşa kelecanê hîn zêdetir di dilê xwe de girtî nehêlin. Divê ciwan di vê hilbijartinê de hem bi rengekî pir xurt beşdarî xebatên hilbijartinê bibin, hem jî li ser sindoqan heta siharê xwedî li deng û îradeya gel derbikeve.

Ez hemû hevrêyên xwe yên ciwan, hevalên xwe yên ciwan bi taybetî ciwanên li Enqereyê bi hezkirin silav dikim. Enqere bajarekî ciwanan e. Ez we hemûyan bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. Rêya we vekirî be. Em ê bi ser bikevin.”