Emîne Şenyaşar: Gelo ma qey qet wîjdan bi van re nîne?

Malbata Şenyaşar di roja 504’an a nobeta edaletê de daxwaza edaletê kir û wiha pirsî: “Gelo ma qey qet wîjdan bi van re nîne?”

Riha -  Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja xwe ya 504’emîn de didome.

Malbata Şenyaşar serê sibehê ji mala xwe ya Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi nobeta xwe kirin.

“Êdî bes e”

Emîne Şenyaşar diyar kir ku pirsgirêkên wê yên tendurîstiyê zêdebûne û wiha axivî: “Çavê min û lingên min her roja ku diçe xerabtir dibin. Ez ji neçarî têm vir. Ez nikarim li malê birûnim. Ez ji bo xwe û her kesî edaletê dixwazim. Bila lawê min Fadil Şenyaşar berdin û were mala xwe. Du lawên min û hevjînê min kuştin. Êdî bes e. Gelo ma qey qet wîjdan bi van re nîne?”

“Teqez dê edalet were”

Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyayê hesabê Wezareta Dadê etîket kir û ev peyam parve kir: “ Ev çar sal in em di lêgerîna edaletê de ne. Dayik 504 roj in her kêlî, her deqe bi hêviya ku edalet pêk were, li ber edliyeyê ye. Nikarê kesên li nexweşxaneyê hatine qetilkirin vegerîne, lê teqez edaleta ku hêvî dike dê were.”