‘Ji mirina Sara Tebrîzî dewleta Îranê berpirsyar e'

Jinên girtî têkildarî mirina girtiya siyasî ya berê ku piştî hat binçavkirin bi awayekî bi guan jiyana xwe ji dest da daxuyanî dan û gotin: “Ger Sara li welatekî azad bijiya dê mirina wê ewqas bi êş nebûya.”

Navenda Nûçeyan- Jinên girtî yên siyasî der barê Sara Tebrîzî ya ku ji bo îfade bide çû Daîreya Îstîxbaratê ya Tahranê û li wê derê bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke nivîskî dan.

Di daxuyaniya bi îmzeya Narges Mohammadî, Golrokh Iraeî, Anîsha Asadollahî, Sepîdeh Qalian, Rehane Ansarinejad, Nahid Tagvî, Mahbobeh Rezaeî û Maryam Hajh Hosseinî hat dayîn, hat de hat diyarkirin ku ji mirina Sara Tebrîzî hikumetê Îranê berpirsyar e.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Sara Tebrîzî, hefteyek bi me re bû. Ji me re behsa şevên ku di hucreya girtîgehê de bi tena serê xwe derbas kirine û gefên kesê lêpirsîn dikir û tirsa ji ber wan gefan dikir. Wezareta Enformasyonê got ku piştî di koguşa 209’an de 3 şev di hucreyek bi tenê de maye ji ber bilezbûna lêdana dil û krîzên sinêrê wê rakirine nexweşxaneyê, piştî reçeteya bijîjk wê girtine hucreya bi tenê.

Piştî roja din, li odeya lêpirsînê di bin zextê de bû, ger hevkarî nekira di wê di mercên berê de bigirtana. Nizanibû ku hevkarî tê wateya çi. Sara Tebrîzî ya 20 salî ku tecrubeya wê di rewşek wiha de tunebû, ji bo bigihîje hedefên ku xeyal dikir, plan kiribû ji Îranê derkeve. Ger di civakeke ku zexti mêtinkarî û cudakarî tunebûya de bijiya dê biryar neda welat biterikîne û mirina wê ewqas bi êş nebûya.

‘Hikumet ji mirina bi hezaran kesan berpirsyar e’

Sara, piştî ku bi kefalet ji girtîgehê hat berdan jî zextên kesên lêpirsînê dikirin domiyan û jê dixwestin pê re hevkariyê bikin. Li ser vê yekê bi gefa ku careke din dê wê bigrin û agahiyên wê yên taybet eşkere bikin, 4’ê Nîsanê ji aliyê Daîreya Îstîxbartê ya Tehranê ve bangî wê hat kirin û rojek piştre cenazeyê wê şandin mala bavê wê ya li Tehranê. Ji vê mirinê bi her awayî hikumet berpirsyar e. Weke bi hezaran kesên ku di dema dîktatoriya faşîst de di bin kontrola hikumetan de hatin windakirin... Weke kesên ku çavên wan kor bûn an jî ji cihên xwe yên din astendar bûn... Weke gelek kesên ku ji bo ewlehiyê û pêkanîna xeyalên xwe neçar man welatên xwe biterikînin...

Ocaxên gelek kesên ku bi salan di girtîgehê de bûn hatin vemirandin. Desthilatdarî hesab nede jî berpirsyariya vî sûcê jî weke yên din di stuyê wê de ye û dê rojek li pêşberî mirovan hesab bide.”

Çi bûbû?

Sara Tebrîzî, di Mijdara 2023'yan de dema ku xwestibû biçe Îngîltereyê hatibû girtin. Sara Tebrîzî ya 20 salî her dem rastî tecîza îstîxbarata Îranê dihat û rojek beriya mirina xwe çûbû biryargeha îstîxbaratê.

Rayederên hikumeta Îranê, di 15’ê Mijdara 2023’yan de dema ku Sara Tebrîzî ji bo biçe Îngîltereyê seyahet bike çû balafirgeha Humeynî ya li Tehranê wê girtin. Dûre wê sewqê Girtîgeha Evînê ya li bakurê Îranê kirin û ji wê derê jî wê sewqê Navenda Wezareta Îstîxbaratê kirin. 10 roj paşê bi milyarek tumen serbest hat berdan. Sara Tebrîzî 3 rojên destpêkê di bin tecrîd û gefand der derbas kir, dûre wê sewqê hucreya bi hejara 209 a Girtîgeha Evînê kirin.

Li gorî agahiyên ku ji malbata SaraTebrîzî hatine girtin; Sara piştî ku serbest hatiye berdan, ji hevalên xwe re gotiye ku di odeya lêpirsînê de gef lê hatine xwarin û ger bi sîxuran re hevkariyê neke dê wê bigrin hucreyê. Di 10’ê Çileyê de careke din bangî Sara Tebrîzî kirine û piştî çend saetên lêpirsînê sewqê beşa jinan a Girtîgeha Evînê hat kirin. Piştî çend rojan kefaleta ku milyarek tumen bû xistibûn du milyar tumen û piştî wî serbest hatibû berdan.