Emel Celal: Divê em ji bo pêvajoya siyasî gavên girîngtir bavêjin
Berpirsa Lijneya Rêxistina Yekîtiya Niştîmana Kurdistanê Emel Celal got: “Qonaxek şerê çekdarî û beşdariya jinan a li pêvajoya çekdarî heye. Pêwîst e em vê pirsgirêkê derbas bikin û ji bo pêvajoya siyasî gavên girîngtir bavêjin.”
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Li seranserê cîhanê, jinan di pêşketinên civakî, siyasî û çandî de rolek girîng lîstine. Lê, beşdariya fermî û sîstematîk di avakirina desthilatdariyê de her gav rastî astengiyên cidî û pergalî hatine. Her wiha hebûna jinan di asta biryardanê de, bû sedema baştirkirina erka hikûmetê, kêmkirina gendeliyê, pêşxistina edaleta civakî û bidestxistina pêşketinên domdar.
Bi avabûna Komara Kurdistanê heta hêzên Yekîneyên Parastina Jinan, rol û bandora jinê diyar bû. Li gel wê jî, li piraniya welatan beşdariya jinan di siyasetê de hîn jî rastî astengiyên kûrtir tê. Di nav van astengiyan de cudakariya yasayî, nêrînên zayendî, pergala baviksalar, gef, tundiya siyasî û nebûna piştgiriya aborî cih digre. Ev astengî ne tenê beşdariya jinan a siyasî sînordar dike, di heman demê de bingehên demokrasiyê jî qels dike. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan pêdivî bi avakirina siyaset, reformên yasayî, bihêzkirina perwerdehiya zayendî û afirandina qadek bi ewle ya ji bo çalakiyên siyasî yên jinan heye.
‘Divê jin ji bo mafê xwe têbikoşin’
Berpirsa Lijneya Rêxistina Yekîtiya Niştîmana Kurdistanê Emel Celal, diyar kir ku piştî serhildana biharê ya 1991’an, jinên Başûrê Kurdistanê bandor li jinên din kiriye. Emel Celal destnîşan kir ku piştre Şoreşa Jinên Rojava û damezrandina Yekîneyên Parastina Jinan dubare rol û bandorek bi lez li jinên Rojhilata Navîn kiriye û wiha got: “Armanca me ew e ku em mafê pêşketina jinan mîsoger bikin. Jinan di têkoşînên kevin û nû de roleke girîng lîstine. Divê bername, plan, stratejî û vîzyoneke me ya zelal hebe. Divê şoreşek yasayî, destûrî û sivîl a bi bandortir a jinan hebe.”
‘Divê em ji bo mijarên siyasî gavên girîngtir bavêjin’
Emel Celal da zanîn ku nebûna danûstandinê di navbera jinên bi hêz û partiyan de, bûye sedema dabeşbûnê û wiha pê de çû: “Ev dabeşbûn, dabeşbûnek li ser fikrê jinan an jî israrkirinek li ser destkeftî û vîzyona jinan e. Berê, li ser beşdariya jinan a di siyasetê de ti raya giştî nîn bû. Kevneşopî, jinan tenê bi xwedîkirin, amadekirina xwarinê û karên malê ve asê kir. Ev erkek mirovî ye, divê kesayetek siyasî û mirovî ya bihêz be. Qonaxek çekdarî û beşdariya jinan di pêvajoya çekdarî de heye. Divê em vê pirsgirêkê derbas bikin û ji bo mijarên siyasî gavên girîngtir bavêjin.”
‘Îro jin di partiyên siyasî û parlementoyê de tên dîtin’
Emel Celal wiha dewam kir: “Divê em raya giştî biafirînin. Îro jin di partiyên siyasî û parlementoyê de tên dîtin. Lê ev desthilat di pergala dawî de derbas nebûye, ji ber ku pirsgirêk ne pirsgirêkek saziyî ye. Dema ez di Lijneya Bilind a Jinan de bûm, ji bo beşdarbûna di hemû saziyên siyasî de, ji bo beşdarbûna jinan di karûbarên siyasî de, me pêşnûmeyasayek pêşkêşî parlementoyê kir. Divê ji bo zêdekirina destkeftiyên jinan, rayedar rastî pirs, zext û lêkolînan bên. Jin bi xwe ji nebûna desthilatdariyê, di pozîsyonên siyasî de berpirsiyar in.”
‘Divê jin ji bo xwe û jinên din hewl bidin’
Emel Celal got ku “Divê jin hem ji bo mafên xwe û hem jî ji bo mafên jinên din têbikoşin” û destnîşan kir ku divê jin hewl bidin têgihîştina xwe ya li ser jinbûna xwe û jinên din zêde bikin. Emel Celal anî ziman ku jin ji bo beşdarbûna bêtir, pêwîst e sedemên beşdarbûnê, armanca beşdarbûnê û rola di nav siyasetê de bixwînin. Di warê nûnertiya rast û destkeftiyên girîng ên jinan de, Emel Celal ragihand ku divê jin cudahiya di parlemento û qada siyasî de nîşanî cinsê dijber bidin ka hêza wan di qada siyasî de çiqas girîng e.
‘Di sendîka û hin rêxistinan de valahiya jinan heye’
Emel Celal di dawiya nirxandinên xwe de tekez kir ku her wiha ger hemû aliyên siyasî bixwînin, pergala dawî bi zelalî xuya dike û wiha got: “Divê hemû rojnamevan û rêxistin, di nav partiyan de lêkolîn bikin, ji bo ku bibînin ka ev rêgez û bername bi temamî tên nîşandan an na. Di dawiyê de, divê em jin ji vir dest pê bikin, ji ber partiyên siyasî avakerên parlemento û biryardanê ne. Niha ez ji bo ji sedî 25’ê jinan di hemû sendîka û rêxistinan de dixebitim, divê ji vê rêjeyê kêmtir nebe. Ji ber di sendîka û hin rêxistinan de valetiya jinan heye. Ji ber vê, divê jin bi xwe hewl bidin vê valatiyê tije bikin.”