Kongra Star: Zimanê Kurdî ne mijara muzakereyê ye

Kongra Star têkildarî nîqaşên li ser statûya zimanê Kurdî li Sûriyeyê diyar kir ku ew sînorkirina perwerdehiya bi Kurdî ya di nava mûfredatê de qebûl nakin û got ku “Zimanê dayîkê mafekî bingehîn e û ne mijara muzakereyê ye.”

Navenda Nûçeyan – Kongra Star bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî polîtîkayên sînorkirina perwerdehiya bi zimanê Kurdî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî tevlêkirina Kurdî ya di nava mûfredatê de wekî “zimanê neteweyî” gavekî girîng e, sînorkirina wê ya bi sê-çar saetan a di hefteyê de an jî veguherandina wê ji bo dersa hilbijartî, tu carî nayê qebûlkirin.

Li Rojavayê Kurdistanê gel, jin û saziyên civaka sivîl li hemberî hewldanên sînorkirina perwerdehiya bi zimanê Kurdî ya di nava mûfredatê de, rabûn ser piyan  Gel û pêkhateyên herêmê balê dikişînin ser wê yekê ku perwerdehiya bi zimanê dayîkê mafekî bingehîn e û tu carî nayê qebûlkirin ku bibe qurbaniyê bazarên siyasî.

Li dijî înkara dîrokî û polîtîkayên asîmîlasyonê

Kongra Star bibîr xist ku gelê Kurd bi salan di bin siyaseta înkar û asîmîlasyona rejîma berê de maye, bi serjimêriya 1962’an a Hasekê bi hezaran Kurd ji hemwelatîbûnê hatine derxistin û nasname û çanda wan hatiye tepeserkirin. Kongra Star diyar kir ku Şoreşa Rojava ev înkara dîrokî vegerandiye û ji sala 2012'an ve perwerdehiya bi zimanê dayîkê bûye beşeke bingehîn a jiyana rojane.

Bandora li ser psîkolojiya zarokan û bîranîna civakî

Kongra Star, bal kişand ser bandora neyînî ya vê sînorkirinê ya li ser zarokan û ev tişt anîn ziman: “Ji zarokekî ku salan bi zimanê xwe fêr bûye, ji nişka ve zimanê wî di hefteyê de bi tenê çend saetan were sînorkirin, ev dikare li ser berdewamiya perwerdehiyê û ewlehiya wî ya psîkolojîk bandor bike.”

Her wiha Kongra Star destnîşan kir ku rola jinan di parastin û veguhestina zimanê dayîkê ji nifşekî bo nifşê din de pir girîng e û sînorkirina Kurdî her wiha destwerdanek e di bîranîna civakî de ku jinan ew hilgirtine.

Sûriyeyeke demokratîk bêyî zimanê Kurdî nabe’

Di berdewama daxuyaniyê de hate tekezkirin ku ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û pirreng, divê nasname û zimanê gelê Kurd bê naskirin û ev tişt lê  hatin zêdekirin: “Entegrasyona rastîn ne devjêberdana nasnameyan e; ew avakirina jiyaneke hevpar e ji aliyê nasnameyên wekhev ve ye. Yekîtî divê li ser bingeha wekheviyê û îradeya azad a gelan be.”

‘Kurdî divê bibe zimanê fermî û perwerdê’

Kongra Star daxwazên xwe bi van xalan rêz kirin: “Kurdî divê bêyî şert û merc bibe zimanê xwedî statûya destûrî û fermî. Li herêmên ku Kurd lê dijîn, divê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bi tevahî were garantikirin. Divê zarok hemû mûfredatê bi zimanê dayîkê fêr bibin; ev maf nekarî bi  muzakereyên siyasî ve bê girêdan.”

Di dawiya daxuyaniyê de banga têkoşînê li hemû jinan hat kirin û hate tekezkirin ku ew ê tu carî dev ji zimanê dayîkê û destkeftiyên xwe bernedin.