“Em ê li dijî zîhniyeta qedexekar têbikoşin”

Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê ji ber qedexeyên Walîtiyê girt, hat betalkirin. Hevseroka HDP'ê ya Parêzgehê Nazli Çelîkoz jî got, "Em ji bo daxwaza walîtiyê pêkneynîn, biryara betalkirinê da. Ev qedexe ne yên yekem û ne yên dawî ne.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Dêrsim- 20’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku dihat payîn bi dirûşma “Em xwezayê li dijî talankirina madenan, jiyanê li dijî talanê û li dijî qedexeyan hunerê diparêzin” li Dêrsim û navçeyên wê di navbera 21-24’ê Tîrmehê de were lidarxistin, ji ber sedema sînordarkirinê hat betalkirin. Komîteya amadekar daxuyaniya ku duh piştî meşa bi hezaran kes lê amade bûn, da ragihand ku festîval hatiye betalkirin. Bertekên li dijî qedexeyên walîtiyê yên ku bû sedema betalkirinê jî berdewam dikin.

"Mîhrîcan ji aliyê her kesî ve bi kelecan dihat bendawarî kirin”

Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Parêzgehê Nazli Çelîkoz a der barê mijarê de axivî, balkişand ku ev qedexe ne yên yekem û ne yên dawî ne. Nazli Çelîkoz diyar kir ew ê li dijî qedexeyan rêxistinbûna xwe bidomînin û wiha got: “Îsal jî ev mîhrîcan ji aliyê gelê Dêrsimê û gelên Tirkiyeyê ve bi kelecan dihat bendewarî kirin. Agahiya dê mîhrîcan bê lidarxistin di her kesî de heyecanek avakir. Pêdiviya gelê Dêrsimê jî tiştekî wiha hebû. Piştî navbereke dirêj dê xebatek bi girseyî hatiba meşandin. Erdnîgariya Dêrsimê ji sala 38’an ve bi awayekî girseyî tê talankirin. Peyama sereke ya ku em ê di vê pêvajoyê de bidin ew e ku li dijî vê qirkirina xweza û madenê rawestin. Me xwest em ji bo vê kedxwarî û qetlîama xwezayê re bibêjin na, di bin vê sernavê de li hev kom bibin.”

“Qedexe roja dawî hatin ragihandin”

Nazli Çelîkoz da zanîn ku bi biryara qedexeyê ya walîtiyê re hem esnaf û hem jî kesên ji derveyê bajêr hatin, hatine mexdûrkirin û wiha got: “Walitî li dijî xebat û bernameyên me pêkanî, ji mihrîcanê re 2 roj bimîne gelek daxuyaniyên qedexekirinê da. Hatina mirovên me yên ji derve dê alîkariya esnafên me bike. Bi qedexeyan hatin girtin re, pêşiya wê jî hat astengkirin. Walîtiyê destûr neda ku hin hunermend derkevin ser dikê û piştre tevî ku nûjenkirin hebû jî, ji stadyûm û yûrdên xwendekaran ên li bajêre jî qedexe hat anîn. Qadên li bajêr mafê herî xwezayî yê gelên li vir dijîn e. Lê di pêvajoyên herî yoxin de bikaranîna wan tê qedexe kirin.”

 “Ne qedexe yên yekem û ne yên dawî ne”

Nazli Çelîkoz diyar kir ku ew ê li dijî zîhniyeta qedexekirinê rêxistinbûna xwe mezin bikin û wiha axivî: “Ev mîcrîcan ji bo 'ji polîtîkayên asîmîlasyonê û qirkirina çandî re bibêjin raweste’ hatiba li darxistin. Lê walîtiyê ji dervayî me planek danî pêşiya xwe û van qedexeyan îlan kirin. Niha li erdnîgariya Dêrsimê qedexeyan cara ewil bi festîvalê destpê nake. Berê jî ev qedexe hebûn. Hê jî mirovên ku nikarin biçin gund û zozanên xwe hene. Li dijî van qedexeyan dê rêxistinbûna me bidome. Me qebûl nekir ku em weke walîtiyê dixwaze tevbigerin. Em ê sedema vê betalkirinê jî gel re vebibêjin. Em van polîtîkayên qedexekirinê yên tên meşandin, qebûl nakin."