'Em ê destûr nedin avahiyên bê ruxset ên li Amedê bibin gor'

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê avahiyên bê ruxset ên li Amedê ragihand, bang li walî, qeymeqam û qayûman hat kirin û hat gotin ku dê li avahiyên bê kontrol û bê ruset temaşe nekin, destûr nedin û çavên xwe negirin.

Amed- Daxuyaniya ku Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê xwest li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî avahiyên qaçax bide, hat astengkirin. Li ber şaredariyê polîsên hezên çevîk û wesayîdên binçavkirinê hatin bicihkirin, piştî hevdîtina ku hat kirin daxuyanî li kolana li kêleka şaredariyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ev bajar bêxwedî nîn e” hat vekirin. Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Hevserokê Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Ferît Kahraman daxuyanî xwend.

Ferît Kahraman di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji ber avahîsaziya ji zanîst û teknîkê dûr, bê kontrol, rantê digre nava xwe, bi deh hezaran avahî veguherîn xirabeyan û bi sed hezaran xanî jî ketin rewşa ku êdî nayên bikaranîn.

‘Hemû rêveberiyên şaredariyê xwedî heman berpirsyariyê ne’

Ferît Kahraman diyar kir ku bi efûyên îmarê re gelek avahiyên bê kontrol, bi rîsk û derqanûnî ji mirovan re bûne gor û wiha got: “Yên ku vê weke çarenûs nîşan didin, yên ku berjewendiyên xwe dixin pêşiya berjewendiya civakê, bûne sedema van êşan. Hêzên siyasî, saziyên giştî yên dewletê û rêveber di van êşan de xwedî para mezin in. Lê belê, hemû rêveberiyên şaredariyên li welat, çi hikûmet û çi jî muxalefet bin, hevparên heman berpirsiyariyê ne. Cenazeyên me ji ber kesên ku erka xwe pêk neanîn, bi taybetî jî hêzên siyasî di bin kavilan de man.”

‘Gelek xebatên înşaetên bê ruxset û avahiyên derqanûnî hatin tesbîtkirin’

Ferît Kahraman da zanîn ku saziyên xwedî erk û rayeya çavdêriyê erka xwe pêk naynin û wiha berdewam kir: “Destûrê didin kargehên bê ruxset, bê çavdêrî, neqanûnî yên weke kafeterya, xwaringeh, dikan, dibistan, nexweşxane, otêl û salonên dawetê ku ji hêla hemû kesan ve tên bikaranîn. Li bajêr ji hêla Koordînasyona Bajar a Amedê ya TMMOB’ê ve gelek xebatên înşaetên bê ruxset û avahiyên derqanûnî hatin tesbîtkirin û di çarçoveya van tesbîtan de ji Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ya bajar bi taybetî ji şaredariyan re gelek name hatin nivîsandin. Di tevahiya pêvajoyê de ji bo jiholêrakirina van nakokiyan çalakî hatin lidarxistin.”