Nobeta edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 723’emîn de ye

Malbata Şenyaşar ji ber barana li Rihayê îro nobeta edaletê li mala xwe berdewam kir.

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, didome.

Nobeta edaletê ya malbata Senyaşar ket roja 723'emîn. Malbatê diyar kir ku ji ber barana zêde û lehiya ku li Rihayê rabû, çalakiya xwe li malê berdewam dike.

Malbata Şenyaşar ji hesabê medyaya dîjîtal ev peyam perve kir:

“Em nobeta xwe ya edaletê li malê didomînin. Li #Rihayê rê hatin girtin, nexweşxane û mal di bin avê de man, ger hûn ji şaredar Zeynel bipirsin dê bi qederê ve girê bide! Pereyê reklamê yê ku @zabeyazgul bi daliqandina wêneyê xwe li seranserê bajêr daye, têra guhertina binesaziyê dike û zêde ye jî. #ÎstifaBike"