‘Ên ku bi îradeya gel têk çûn careke din serî li qeyûm didin’

Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol û endama Meclisa Şaredariya Rezanê Jiyan Aslan, bertek nîşanî avêtina qeyûm ji bo şaredariya Wanê dan û gotin ku ên bi îradeya gel têk çûn, serî li qeyûm didin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Di hilbijartina herêmî ya di 31’ê Adarê de li Tirkiye ve Kurdistanê pêk hat, partiya AKP’ê tek çû. Tevî bi bêusûliya ‘hilbirêjên ji derve’ birin bajarên Kurdistanê jî; li bajar û navçeyên Kurdistanê DEM Partiyê serkeftinên mezin bi dest xist. AKP’a ku di hilbijartinê de winda kir, piştî hilbijartinê jî hîleyên xwe didomîne. Piştî ku mafê Abdullah Zeydan ê ji bo Şaredariya Wanê hat hilbijartin ji dest wî hat girtin; Lijneya Hilbijartinê ya Bajar, mazbatayê da namzedê bajar ê AKP’ê Abdulahat Arvas. Piştî ku duh ango 2’yê Nîsanî biryar hat bihîstin, gelê Wanê derket kolanan, li îradeya xwe xwedî derket û heta şevê çalakiyan li dar xist. Çalakiyên ku li Wanê destpêkirin heta niha jî li gelek bajaran didomin. Li Wanê ku ji bo pêşî li çalakiyan were girtin 15 qedexeya çalakiyan hat danîn, heyet ji bo biçin bajar ketin rê.

Şaredara Sûra Amedê Fatma Gulan Onkol, têkildarî mijarê bi gotinên “Em ê tu car nepejirînin” û endama Meclisa Şaredariya Rezanê Jiyan Aslan, gotin ku polîtîkayên tên meşandin tu carî bi ser nakevin û gotin; “Em li vê derê ne, em naçin.”

‘Em ê tu carî tişta ku aydê me ye nedin’

Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol, serkeftina di hilibijartinan de bi bîr xist û bal kişand ser sekn û helwesta bi biryar a gel. Gulan Onkol diyar diyar ku hewl didin bi qeyûman vê seknê bişkînin û wiha domand: “Berî her tiştî li dijî polîtîkayên bi avêtina qeyûman ku çend sal in tên meşandin sekn, hevgirtin û xwedî derketin girîng e. Gel di vê hilbijartinê de bi biryardarî ji derveyî çend cihan hemû şaredariyên xwe paşve girt lê bi polîtîkaya avêtina qeyûm, careke din hewl didin îradeya me desteser bikin. Divê em em van polîtîkayên xespê têk bibin. Em hemû bi hev re divê tiştên aydê xwe tu carî nedin. Ez bang li hemû kesan dikim ku xwedî li îradeya xwe derbikevin. Êdî tehemula me ji van kirinan re nemaye. Divê her kes bizanibe ku em ê tu carî van polîtîkayên zextê nepejirînin.”

‘Dê bi van polîtîkayan negihîjin armanca xwe’

Endama Meclisa Şaredariya Rezanê Jiyan Aslan jî diyar kir ku divê pêşî li polîtîkaya avêtina qeyûm were girtin û her dem li dijî vê pergalê têkoşîn bidome. Jiyan Aslan wiha domand: “Du heyam in qeyûman davêjin ser şaredariyên me. Bi hilbijartina 31’ê Adarê me careke din îradeya xwe di sindoqan de nîşan da, şaredariyên xwe girt. Bi dubarekirina vê polîtîkayê, pergala hevşaredariyê û jin tên hedefgirtin. Ên ku serkeftina girtina hemû navçeyên Wanê hezim nekirin, hewl didin bi girtina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê pêşî li xebatan bigrin. Em ê heta dawî li ber xwe bidin. Bi van polîtîkayên ku dubare dikin dê tu carî negihîjin armanca xwe. Gel şeva 31’ê Adarê bersiva xwe da. Divê rêz ji îradeya gel re were nîşandan. Gel dê tu carî li dijî vê pergalê serî netewîne û careke din rê nede qeyûman. Coş û biryardariya me ya 31’ê Adarê dê bidome.”