Li Şehbayê di nava êrîş û dorpêçê de amadekariyên 8'ê Adarê tên kirin

Bi munesebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê, Tevgera Hîlala Zêrîn Efrîn-Şehbayê di nava amadekariyan de ne. Jinan diyar kirin ku di nava êrîş û dorpêçê de amadekariyên ji bo 8'ê Adarê kirine û perwerdeyên xwe dîtine.

HESNA MIHEMED

Şehba- Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê ku ji wê rojê re jin pêşengiyê dikin û bi xemla xwe wê rojê dixemilînin; endamên Tevgera Hîlala Zêrîn a Efrîn-Şehbayê jî di nava amadekariyan de ne, bi coşeke mezin û bi biryardariyek xurt hewl didin vê rojê pêşwazî bikin. Ruxmî êrîş û rewşa dorpêça ku li ser Şehbayê heye jî endamên Tevgera Hîlala Zêrîn hewldanên amadekariyên 8'ê Adarê dikin. Der barê amadekariyên 8'ê Adarê de Rêveber û endamên Tevgera Hîlala Zêrîn Efrîn-Şehba nêrînên xwe ji me re anîn ziman.

'Di nava êrîş û dorpêçê de em amadekariyên xwe dikin'

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn Efrîn-Şehbayê Guney Mustafa behsa amadekariyên ji bo 8'ê Adarê re û zehmetiyên ku dîtine kir û got: "Em 8'ê Adarê li Rêber Apo û jinan tevahî pîroz dikin. Em bi hêvî ne ku bi ruhê vê rojê, îsal bibe sala serkeftin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Amadekariyên me ji bo vê rojê gelek xurt û bi coş in. Li Şehbayê ruxmî ewqas zehmetî û derfetên kêm jî dîsa endamên me xwe li gorî roja 8'ê Adarê amade dikin. Li aliyekî êrîşên dagirkeran, li aliyê din jî dorpêça Hikumeta Şamê li ser me didome. Ji ber derfetên kêm û tunebûna mazotê em neçar man derengî dest bi perwerdeyên ji bo 8'ê Adarê bikin lê dîsa hewldanên endamên me hebûn bi demê re xwe perwerde kirin û nehiştin tu rewş li ser wan bandorê çêbike. Yanî ne êrîşan û ne jî amborgo li ser amadekariyên 8'ê Adarê nebûn astengî."

'Coşa 8'ê Adarê xurt bû'

Guney Mustefa qala stran û komên hunerî yên 8'ê Adarê kir û wiha got: "Ji bo 8'ê Adarê me gelek komên hunerî bi rêxistin û perwerde kirine. 5 komên stranan hatin hilbijartin û wê stranên şoreşgerî û yên ku pêşengiya jinan û şoreşa Rojava temsîl dikin bên vegotin. Stran wê bi zimanê zaravayên Kurdî Soranî û Kurmancî, bi Erebî, Tirkî bin. Li kêleka wê komên govendê jî wê folklora Efrînî û herêmên din jî di nava xwe de bihewîne. Her wiha koma Şehîd Mizgîn a stranan wê di 8'ê Adarê de li ser dika herêma Firatê stranên xwe bibêjin. Yekitiya Jinên Êzidî jî wê bi xeml û rengên xwe beşdarî şahiya 8'ê Adarê bibin û stranên xwe bibêjin. Bi ruhê 8'ê Adarê em hewl didin projeyên xwe yên hunerî berfirehtir bikin û dengê xwe bigihîjînin civakê. Em ê xwedî li çanda xwe derkevin û nehêlin bê pişaftin, ji ber ku ev çand nasnameya civakê ye."

‘Govenda Agiriyê dê li Şehbayê bê lîstin'

Berdevka komîteya govendê Zeyneb Îbo diyar kir ku di 8'ê Adara îsal de wê govendên herêmên din jî bên lîstin û wiha pê de çû: "Amadekariyên me ji 8'ê Adarê re îsal cuda ne. Her sal tenê komeke govendê derdikeve ser dikê lê îsal wê du kom bin. Koma Şehîd Viyan Soran wê bi govendên herêma Agiriyê, her wiha koma Şehîd Ronahî jî wê bi govendên Efrînê derkevin ser dikê. Di govenda Efrînî de wê yên pîkê, dewara, dolap û sergovendî bên lîstin. Cudahiya îsal ew e ku hunerên herêmên din jî di nava xwe de dihewîne. Ji ber rewşa dorpêça herêmê me zehmetî di perwerdekirina koman de dît, tenê me hefteyê carekê perwerdeyên xwe ditîdin lê me wan zehmetiyan derbas kir û amadekariyên xwe yên ji bo 8'ê Adarê temam kir. Em 8'ê Adarê li Rêber Apo û jinên cîhanê pîroz dikin."

'Stranên Kurdî û Erebî dê bên gotin'

Berdevka Koma Şehîd Berçem a stranan Fatimê Bîlal jî bal kişand ser amadekariyên wan ên 8'ê Adarê û got: "Ji bo 8'ê Adarê amadekariyên me bi coş û heyecan berdewam dikin. Koma Şehîd Berçem ji 8 stranbêj û muzîkjenan pêk tê, piraniya wan jî xwendekar in. Li kêleka xwendina xwe dîsa hewl didin perwerdeyên xwe bi ser bixin û gelek bi moral xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin. Di şahiyê de wê 8 stranên şoreşgerî, neteweyî û stranên ku berxwedan û têkoşîna jinan di şoreşa Rojava de vedibêjin, bên vegotin. Ez weke hunermendek ferdî jî beşdarî şahiya 8'ê Adarê dibim û wê stranan bi zimanê Erebî bistirêm, ji ber ku li Şehbayê pêkhateyên Ereb jî hene. Em bê hêvî ne ku 8'ê Adara îsal bibe sala azadiya Rêber Apo û vegera li Efrîna rengîn."