Li dijî êrişên dewleta tirk li Hesekê û Helebê daxuyanî hat dayîn

Li dijî êrişên dewleta tirk ya li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûrî li Hesekê rêxistinên jinan li ber baregeha koalîsyonê daxuyanî dan û bang li hêzên koalîsyonê kirin ku bi erkên xwe rabin, li Helebê jî dayikê aşîtiyê êrişên dewleta tirk şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan - Dewleta tirk bênavber bi balafirên bêmirov pêşengên şoreşê hedef digre. Di encamê de sê fermandarên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’è Roj Xabûr, Fermandara Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê Jiyan Tolhildan û Fermandara hêzên Antî Terorê Barîn Botan jiyana xwe ji dest dan. Bi armanca şermezarkirina êrişên hawayî yên li ser Bakur û Rojhilatê sûrî tê pêkanîn li Hesekê rêxistinên jinan li hev kom bûn û li ber baregeha koalîsyonê daxuyanî dan, li Helebê jî dayikên aşitiyê nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Hesekê

Îro bi pêşengiya Kongreya Star hemû rêxistinên jinan li ber baregeha koalîsyonê kom bûn û Endama koordînasyona Kongra Star Lîlav Hisên daxuyanî da.

“Her sê havalên me yên şoreşger xwedî peywirên girîng bûn”

Lîlav Hisên der barê hedefgirtina her sê jinan de wiha got: "Di roja 22’yê Tîrmehê de balafirên bêmirov ên dewleta tirk a dagirker wesayîda her sê hevalên me kirin hedef di encamê de her sê şoreşger şehîd bûn. Dewleta tirk bi êrîşên ku li dijî gelên herêmê pêk tîne dixwaze aloziya aborî ya hundirîn veşêre. Ev her sê heval ji bo tunekirina terorê xwedî cihekî girîng bûn û ji bo azadiya tevahî jinan û xelasiya mirovahiyê ji xeterê canê xwe feda kirin. Îro em wekî rêxistinên jinan NATO’yê berpirsyar dibînin. Ger ew bi rastî jî mafên mirovan diparêze pêwîst e rê li ber van êrîşan bigre, ne tenê di warê axaftinê de bimîne. Ji ber ku îro pêşengên vî gelî tên hedefgirtin em van êrîşên nemardane şermezar dikin û bang li hêzên koalîsyonê dikin ku bi erkên xwe rabin û rê li ber qetilkirina gelan bigrin."

Piştî daxuyaniyê endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Welîda Botî, Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Lîlav Hisên, Berdevka Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Rîma Îsa û Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdulah derbasî Baregeha koalîsyonê bûn û nerazîbûna xwe li dijî bêdengiya hêzên koalîsyona navdewletî dan.

Paşê weke encama nîqaşê Endama Koordînasyona Kongra Star Welîda Botî da zanîn ku ew soz dane ku nerazîbûnan bigihînin cîhên pêwendîdar û rê li ber van êrişan bigrin. Welîda Botî destnîşan kir ku ew bi hêvî ne ev soza ku dane wan pêk bînin.

Li Helebê Dayîkên Aşitiyê êrîşên dewleta tirk şermezar dikin

Dayîkên aşitiyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker, li pêşiya  Meclisa Malbata Şehîdan ya taxa Şêx Meqsûd a Helebê daxuyaniyek dan.

Remziyê Îbrahîm Salêh di daxuyaniyê de wiha axivî û got: “Di vê meha Tîrmehê de em şehîdên xwe yên di vê dema dawî de şehîd bûne bi bîrtînin, weke şehîd Barîn Botan, Şehîd Roj Xabûr, şehîd Jean Tolholdan û hemû şehîdên me bibîr tînin. Di van demên dawî de em dibînin ku dewleta tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî jî li ser Kobanî û Şehbayê zêde bûye. Erdogan her tim gefa dagirkirinê li herêmên me dixwe. Her tim armanca wî guhertina demografiya herêmê ye û guhartina fikra jinê ye, di serketina mezin a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî DAIŞ’ê hat bidestxistin de jin xwedî roleke dîrokî ya girîng in. Em siyaseta ku li Kobaniyê û Şahbayê ya ku li dijî gelê me tê meşandin şermezar dikin û dibêjin ku bi van êrîş û gefan hûnê nikaribin bi tu awayî me bi paşve vegerînin û em tucarî dest ji berxwedaniya xwe bernadin ta ku em bighêjin azadiya xwe."

Daxuyanî bi dirûşmeyan  bi dawî bû.