‘Em dixwazin bi îradeya xwe di nava hêzên Iraqê de bên naskirin’

Jinên beşdarî merasîma li Çiyayê Şengalê ya ragihandina tevlîbûna hêzên YBŞ-YJŞ’ê di nav hêzên ewlehiyê Iraqê de bûn, diyar kirin ku ev gav destpêkek e û gotin: “Em dixwazin bi îradeya xwe di nava hêzên Iraqê de bên naskirin.”

Şengal- Îro, piştî hevditînên di navbera Şengal û Bexdayê de ku ji destpêka sala 2026’an ve berdewam dikin, li Çiyayê Şengalê bi daxuyaniyeke hevpar hate ragihandin ku pêvajoya entegrasyonê bi awayekî fermî dest pê kiriye.

Gelek berpirsên dewleta Iraqê, tevî Waliyê Nînova, her wiha endamên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ), nûnerên civaka Êzîdî li Şengalê, nûnerên Koalîsyona Êzîdî û dayîkên şehîdan, beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Di merasîmê de him daxuyaniya YBŞ-YJŞ’ê him jî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê cuda cuda hatin xwendin. 

Di daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê de hate ragihandin ku wê hêzên YBŞ-YJŞ’ê li gel 4 hezar û 165 şervanên xwe beşdarî pergala ewlehiyê ya federal bibin, ku wê ev pêngav bibe zemîneke xurt di hevpariya netewî û berpirsyariya netewî de.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku parastina mafên şervanan, parastina rûmeta şehîdan, ewlehiya Şengalê, mîsogerkirina maf û nasnameya gelê Şengalê wekî şertê pêkanîna vê rêkeftinê hate destnîşankirin.

Jinên ku beşdarî merasîmê bûn, ji ajansa me re axivîn.

‘Ev gavekî destpêkê ye’

Dayika şehida dayê Xoxê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku demek dirêje amedekariya vê rojê dihat kirin û wiha axivî: “Ev gavekî destpêkê ye. Hêj danûsandinên me berdewam dikin. Her gava ku bê avêtin, ew ê bi hev re bê avêtin. Em hêzêkî mezin in, lewma pêvajoya entegrasyonê wê demek dirêj bidome. Bi yekbûna herdu hêzan re parastina gel mîsoger bibe. Heta ku entegrasyon temam nebe, em nikarin bibêjin pêvajo gihişt serkeftinê. Ev destpêkek e, ew pêvajo wê bidome.”

‘Hemû şervanên YJŞ’ê yê tevlî bibin û rolên xwe bilîzin’

Fermandara YJŞ û YBŞ Viyan Hebabî da zanîn YJŞ’ê di civaka Êzidî de xwedî girîngiyek mezin û parastina hemû gelê Êzidî û jinan dike û got: “Lewma erk û mîsyona YJŞ’ê gelek girîng e. Beşekî YJŞ’ê tevlî nava hêzên ewlehiyê yên Iraqê bibe û beşek jî dimîne. Lê em hewil didin yek ji şervanên YJŞ’ê bê erk nemîne. Hemû şervanên YJŞ’ê tevlî bibin û rolên xwe bilîzin.”jî diyar kir ku wek civaka Êzidî vê gavê, gavekî girîng dibînin û wiha pê de çû: “Me weke civaka Êzidî têkoşîn û kedek mezin da. Ev yek jî encama vê yekê ye. Em ji ber baweriya xwe gelek caran rastî fermanan hatin. Em wek civaka Êzidî ne li dijî mirovên din in. Em dixwazin ji kuştin û komkujiyan rizgar bibin û hemû gel bi hev re bijî.”

‘Em dixwazin bi îradeya xwe di nava hêzên Iraqê de bên naskirin’

Fermandara YJŞ Jinda Şingalî jî destnîşan kir ku ew wek hêzên YJŞ’ê beşdarî merasîmê bûne û wiha got: “Ev demek dirêje di navbera me û hêzên Iraqê de hevdîtin çêdibe. Em dixwazin biryarên bên dayîn di berjewendiya gelê me de be. Em dixwazin bi îradeya xwe di nava hêzên Iraqê de bên naskirin. Di pêvajoya pêşiya me de biryarên gelek girîng werin girtin û ji raya giştî re were parvekirin. Em carek din diyar dikin ku biryarên ne di berjewandiya civaka me de ye, neyên qebûl kirin. Em bawer dikin ev gav ji bo giştî Iraqê bibe gaveke baş.”