Li Îran û Rojhilatê girtin û zextên li dijî aktîvîstan didome

Rejîma Îranê ku serhildanên piştî qetilkirina Jîna Emînî di 16’ê Îlonê de li Tahrana paytexta Îranê dest pê kir bi hincet nîşan dide, li dijî çalakvanan zextên girtin, binçavkirin û darazê zêde dike.

Navenda Nûçeyan- Hikûmeta Îranê ji bo tepisandina serhildanên li welat, li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî li ser çalakvanan komên cuda demokratîk zextên xwe yên darazê didomîne.

Li Sineyê Endama Komeleya Nozin ya Çand û Civakî Soma Poûrmohemedî hate girtin û birin cihekî nediyar. Soma Poûrmohemedî ku hat hînbûn di heman demê de endama lijneya rêveberî û endama damezrîner a komeleyê ye, tê ragihandin ku xebatên zimanê kurdî dimeşîne û di nava komeleyê de mamostetiya zimanê Kurdî jî dike. Heta niha nehat zanîn ka sedema binçavkirina Soma Poûrmohemedî çî ye, tê diyarkirin ku ji malbat û parêzerên wê re der barê cihê ku hatiye birin de agahî nayê dayîn.

Welatiya Bahayî Elmîra Rahmanî hat girtin

Li bajarê Îsfehan ya girêdayî Îranê welatiya bi navê Elmîra Rahmanî ku hat diyar kirin bi eslê xwe Behayî ye jî hat girtin. Tê diyar kirin ku Elmîra Rahmanî ku tê zanîn der batê muzîka etnîkî ya Behayî de xebatan dimeşîne û di Orkestraya Netewî ya Îranê û Orkestraya Filarmonîk a Îsfehanê de jî sehnê digre, bi serdegirtina mala xwe ya ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û girtin. Her wiha di dema serdegirtinê de telefona wê ya destan, laptop û amûrên wê yên muzîkê jî hatine desteserkirin.

Ji du xwendekarên zanîngehê re qedexeya perwerdê

Xwendekar Aghigh Youaî û Sara Askariyan mehkûmê cezayê girtîgehê hat kirin û ji bo herdu navan jî qedexeya perwerdeyê hat anîn. Aghigh Youaî ku li zanîngeha Mazenderanê xwendekara endezyara kîmyawî yê û dema ji yûrda xwedekaran derket hat girtin, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Sarî ve mehkûmê bi salekê cezayê girtîgehê hat kirin. Hate hînbûn ku Aghigh Youai bi îdiaya “Li dijî rejîmê propaganda meşandin” tê darizandin.

Xwendekara Zanîngeha Bîrjandê Sara Askarian jî di encama doza ku der barê wê de bi sûcdariya "Ji Îslamê re dijûn” hatibû vekirin de, 2 deman qedexeya perwerdeyê hat dayîn.

Maryam Shokranî ji dozgeriya Evînê re hat gazî kirin

Rojnamevana Îranî Maryam Shokranî li ser hesabê xwe yê medyayê parvekirinek kir û ragihand ku ji bo karûbarên îfadedayînê ji Dozgeriya Evînê re hatiye vexwendin. Da diyar kirin ku li dozgeriyê ji bo karûbarên îfadedayînê çûye, ji bo darizandina derbarê wê de bê girtî berdewam bike, bi kefalet hatiye berdan. Rojnameger Maryam Shokranî ku li Îranê di saziyên çapemeniyê yên cuda de kar dimeşîne, ragihand ku der barê wê de bi hinceta "Li dijî rejîmê propaganda meşandin” lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Maryam Shokranî, nûçegihantiya aborî ya rojnameya “Şark” ya li welat dike.