Edaleta Jin a Herêma Cizîrê: Li dijî binpêkirina rûmeta jinan rabin ser piyan

Edaleta Jin a Herêma Cizîrê bi daxuyaniya çapemeniyê, erêkirina cezayê heta hetayî yê Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) hatiye birîn şermezar kir.

Qamişlo- Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) di sala 2019’an de dema dewleta tirk êrîşî Serêkanî û Girê Spî kir bi awayekî birîndar hat dîlgirtin. Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê cezayê heta hetayê ku li Dozgîn Temo hatibû birîn erê kir. Li dijî vê yekê Edaleta Jin a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyeke çapemeniyê cezayê heta hetayî yê li Dozgîn Temo hatiye birîn şermezar kir. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên Edaleta Jin û Dadgeha giştî amade bûn.

“Divê jinên cîhanê li dijî binpêkirina rûmeta jinan rabin ser piyan”

Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Edaleta Jin a Herêma Cizîrê Welaa El Elî ve hat xwendin û wiha hat gotin: “Dewleta tirk bi dijwarkirina êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binpêkirina zagon û peymanên navneteweyî, ceza li jin û şervana Kurd a di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Jin de bû (YPJ) Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) birî. Dewleta tirk bi hevkariya Opozisyona Sûriyeyê di 9’ê Cotmehê de êrîşî Girê Spî û Serêkaniyê kir. Dozgîn Temo li gundê Meşraqa yê navçeya Eyn Îsayê hat revandin û radestî dewleta tirk hat kirin. Em wek Meclisa Edaleta Jin a Herêma Cîzirê daxwaz ji civaka navdewletî dikin ku bi lezgîn destwerdanê bikin û em bang li hemû jinên cîhanê, Rêxistinên Mafên Mirovan ên Navneteweyî, Rêxistinên Jinan û Hemû Rêxistina Jinan ên Neteweyên Yekbûyî dikin ku destwerdan li dijî êrîşên dewleta tirk bikin û divê Tirkiye hêzên xwe ji cihên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişîne. Divê hemû jinên cîhanê li dijî vê neheqiyê û binpêkirina rûmeta jinan rabin ser piyan.”

“Dîlgirtina Çîçek Kobanê li dijî mafên mirovan e”

Endama Rêveberiya Edaleta Jin a Herêma Cizîrê Welaa El Elî nêrîna xwe wiha parve kir: “Em îro ji bo Dozgîn Temo kom bûne û bi vê daxuyaniyê cezayê heta hetayî şermezar dikin. Dozgîn Temo bi eslê xwe ji Sûriyeyê ye û ji aliyê dewleta tirk ve hatiye girtin û cezayê heta hetayê lê hatiye birîn. Çeteyên ku bi awayekî wehşiyane di şerê Serêkaniyê êrîşan pêk dianîn, Çîçek Kobanê li dijî wan êrîşan têdikoşiya. Çîçek Kobanê tu gule li dijî kesekî bi kar neaniye, armanca Çîçek Kobanê ew bû ku axa xwe ji çete û dagirkeran biparêze. Ev dîlgirtin li dijî mafên mirovan e. Em îro bi vê daxuyaniyê bang li jinên cîhanê dikin ku destekê bidin Çîçek Kobanê û vê neheqiyê qebûl nekin.”