Ebru Gunay: Qetlîama Zaxoyê Roboskiya duyemîn e

Qetlîama li Zaxoyê hat jiyîn, li Mêrdînê hat şermezar kirin. Berdevka HDP’ê Ebru Gunay got, "Qetlîama Zaxoyê Roboskiya duyemîn e”.

Navenda Nûçeyan- Di encama bomberdûmana Tirkiyeyê ya li dijî qada pîknîkê ya gundê Perex ê girêdayî navçeya Zaxoya Herêma Kurdistanê de, 9 kes jiyana xwe ji dest dan. Qetlîam li Mêrdînê hat şermazar kirin. Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Mêrdînê û navçeyên wê bi awayek hemwext daxuyanî dan çapemeniyê. Berdevka HDP’ê û Parlamentera Mêrdînê Ebrû Gunay tev li daxuyaniya li ber avahiya HDP’a Mêrdînê, hat dayîn bû. 

“Em vê qetlîamê ji Roboskî nas dikin

Ebrû Gunay a di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku welatiyên li seyranê bûne hatine bombebarankirin û wiha got: “Bêguman ev qetlîama ewil a Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin Qetlîama Zaxoyê, Qetlîama Roboskiya duyemîn e. Heke kujerên Roboskî bihatina eşkerekirin û cezakirin dê îro Qetlîama Zaxoyê pêk nehata. Heke qetlîamên din bihatana ronîkirin, dê li ser vê axê polîtîkayên şer serwer nebûya. Lewma divê her qetlîam were ronîkirin da ku qetlîamên nû nebin. Em dibêjin divê teqez berpirsiyarên siyasî yên van qetlîaman hesab bidin da ku qetlîam li ser me dubare nebin. Çareserî ne di polîtîkayên şer de ye, çareserî muzakere û diyalog e. Çareserî pêkanîna aştiyê ya li ser vê axê ye. Em carek din wek HDP’ê vê qetlîamê şermezar dikin û heta ku faîl hesab bidin wê têkoşîna me berdewam bike.”