Duyemîn konferansa navneteweyî ya jinan dê li Berlînê bê lidarxistin
Konferansa duyemîn a navneteweyî ya jinan bi dirûşma ‘Şoreşa Me Azadkirina Jiyanê ye’ di rojên 5 û 6’ê Mijdarê de dê li bajarê Berlîna Almanya were lidarxistin.

Navenda Nûçeyan- Konferansa duyemîn a jinan a navneteweyî dê di rojên 5 û 6’ê Mijdarê de li Berlîna paytexta Almanyayê were lidarxistin. Wê tevgerên jinan, bi pêşengiya tevgera jinên Kurd, ji Amerîkaya Başûr, Asya, Afrîqa û Awropayê beşdarî konferansê bibin. Ev konferans ji aliyê tora bi navê ‘Jin wê ji bo dahatuyê bingeh daynin’ hatiye birêxistinkirin. Her wiha zêdeyî 800 jin, ji 41’walatên cîhanê navê xwe ji bo beşdarbûna konferansê tomar kirine.
Konferans dê ji 5 panelên bi sernavên Şerê cîhanê yê sêyemîn û şikandina zincîrên mêrsalarî û dewletê, Semîner, Avakirina jiyana ku tê xwestin bi şoreşê pêk tê, Fikrên me azadkirina jinan e û Dîtina riyên çareseriyê pêk bê.
Li gorî agahiyan di herdu rojên Konferansê de beşdarvan dê behsa ezmûnên xwe bikin û fikrên xwe der barê armanca konferansê de aşkera bikin. Her wiha wê behsa wê yekê bikin ku çawa jin dikarin dijberî pergala serdest a mêr alternatîfan ava bikin û her wiha wê di semînerê de goftûgo der barê siyaseta di nava tevgera jinan de were kirin û li ser riyên çareseriyê were rawestîn.
Cihê bibîrxistinê ye ku konferansa yekem a jinan a navneteweyî di roja 6-7’ê Cotmeha sala 2018’an de li bajarê Frankfûrta Almanyayê bi dirûşma ‘Şoreşek di asta damezrandinê de’ hatibû lidarxistin.