Peyama Hunermend Mizgîn Tahir ji bo Jîna Emînî

Hunermenda Kurd Mizgîn Tahir ji bo keça kurd Jîna Emînî peyamek da û got: “Jîna Emînî ji bo me sembolek e û dê her dem di dilê me de bijî.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Ji bo doza jina Kurd Jîna Emînî ya ku li tevahî cîhanê deng veda û piştgirî jê re hat dayîn bi çalakiyên cur be cur, hunermenda Kurd Mizgîn Tahir wekî stranbêjek opêralî ji bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwest bi riya ajansa me re peyamek bide ji Akademiya Orkestra ya Rojava.

‘Jîna Emînî ji bo me sembolek e’

Hunermend Mizgîn Tahir xwest ji bo zarokên di orkestrayê de behsa Jîna Emînî bike, bi wan bide nasîn û got: “Jîna Emînî jineke Kurd e ji Rojhilatê Kurdistanê ye, ji ber ku xwest azad bijî, ew qetil kirin. Ez jinek im dixwazim bistrêm û dengê min xweş e. Ez jinek xweşik im û azad im. Jîna Emînî qedexe û serdestî ji aliyê dewletê ve û quralên hişk qebûl nekir, kefiya ku bi zorê dan ser porê wê qebûl nekir, nexwest tu kes wê asê bike û girêbide. Sîstema desthilatdar bi hemû şêweyan dixwaze jinan asê bike û wan ji azadiya wan dûr bixe, ji ber vê yekê jî ew qetil kirin.”

‘Azadî serkeftin e’

Mizgîn Tahir destnîşan kir ku azadî ji bo her kesê serkeftin û encamgirtin e û wiha pêde çû: “Ne tenê ji bo jinan, ji bo hemû kesên li ser rûyê erdê azadî serkeftin e. Eger em wekî hunermend ne azad bin, dê hunera me bi ser nekeve û em ê nikaribin peyama xwe bigihîjînin. Gere em hemû bizanibin ku jina Kurd Jîna Emînî semboleke ji bo me û dê her dem di nava dilê me de bijî.”

Mizgîn Tahir bi van gotinan dawî li peyama xwe anî: “Ji Rojava heta Rojhilat silavê xwe rêdikim, hevala rihê min a azad Jîna. Tu sembolek î ji bo ku rihê xwe ji bo te bidim, rihê min bi te azad dibe.”