Duh Sepîde Qalyan, îro Mehsa Emînî, sibe kê ye?

Mehsa Emînî ya 22 salî, piştî ku ji aliyê polîsan ve rastî lêdanê hatibû, ketibû komayê û di 15’ê Îlonê de krîza dil derbas kir. Bijîjkên nexweşxaneya Kesra ya Tehranê dan zanîn ku rewşa wê nebaş e.

Navenda Nûçeyan – Mehsa Emînî ku di 13’ê Îlonê de bi malbata xwe re ji parêzgehên Seqazê ku yek ji parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ye hatibû Tehranê, bi hinceta ku wê hîcab baş li xwe nekiribû ji aliyê polîsan ve hat girtin. Lê piştî du saetan ji girtina wê, ji ber lêdana polîsan kete komayê û ew bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.

Li gor gotinên birayê Mehsa Emînî, Kiyariş Emînî ku di saet heştê şevê de, pijîşkan hêviya xwe ji başbûna rewşa wê winda kirine û ragihandine, ku ew rastî kirîza dil û mejî hatiye û tevî ku dilê wê hîn jî lêdide lê mejiyê wê sekiniye.

Xalê Mehsa Emînî jî got ku îro dora keça wan bû, sibê dora keçeke din e.

Êrişî çalakgeran kirin

Hêzên ewlehiyê bi bombeyên gazê û gaza rondikrêj êrişî malbatên ku ji bo protestokirina binçavkirina keçên xwe li ber navenda binçavkirinê ya Tehranê kom bûn, kirin.

Şîdeta ku ji aliyê polîsan ve li Mehsa Emînî hat kirin û ketina wê ya komayê, raya giştî hêrs kir. Bûyer rastî bertekên gelek çalakvan, hunermend û raya giştî hat.

Lîstikvana Amerîkî Les Rîmnî li ser hesabê xwe yê tora dijîtal Twitterê wêneyên Mehsa Emînî weşand û wiha got: “Mehsa piştî îşkencekirina ji aliyê rayedarên Îranê ve di komayê de ye. Mehsa bi hinceta lixwekirina hîcabek neguncayî hatiye girtin.”

“Jin xilaskara pêşeroja Îranê ye”

Karîkaturîst Senaz Baqerî karîkaturek li ser Mehsa Emînî li ser rûpela xwe ya twitterê belav kir û wiha axivî: “Ev hovîtiya Îranê ye.”

Lîstikvanê berê yê tîma neteweyî ya fûtbola Îranê Elî Kerîmî li ser rûpelên xwe yên tora dijîtal wêneya Mehsa di nav nivîna nexweşxaneyê de belav kir û wiha nivîsî: "Xilaskar û dadmendiya paşeroja Îranê jin e."

Komek ji çalakvanên siyasî û medenî yên Rojhilatê Kurdistanê, sibe Şemiyê 17’ê Îlonê, bi armanca şermezarkirina lêdana Mehsa Emînî ji aliyê polîsan ve, bang li bajarên curbicur ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kirin ku dest bi greva giştî bikin.