Ji Talîbanê sepanên nû yên li dijî jinan

Digel berfirehbûna sepanên xwe yên li dijî jinan Talîbanê ji medyayê xwest ku bersivê nedin telefonên jinan.

Navenda Nûçeyan – Li Afganîstanê êriş û ferzkirinên Talîbanê ya li dijî jinan di hemû qadên jiyanê de didome, her roj ferzkirinek nû li ser sepanên wî yê li dijî jinan zêde dibe. Hat ragihandin ku Talîbanê ferman daye saziyên medyayê ku bersiva telefonên jinan nedin.

Bernameyên şahiyê hat qedexekirin!

Berpirsên Amr Be Marûf her wiha tekez kirine ku divê weşana bernameyên şahiyê jî were rawestandin û li şûna wan ajanên Amr Be Marûf û melayên din ji bo weşandina bernameyên olî werin vexwendin.

Di sedsala 21’emîn de ku serdema pêşketina globalîzmê ye, Talîban bi ramanên xwe yên kevneşopî û li dijî jinê dixwaze qanûnên koletiyê ferz bike.