Doza Weqfa Hîranur dîsa hat taloqkirin

Doza ku yek ji damezrênerên Weqfa Hîranurê Yusuf Ziya Gumuşel, ku keça xwe ya 6 salî H.K.G bi Kadîr Îsteklî re da zewicandin û bi salan rastî êrişa zayendî hat, dîsa hat taloqkirin.

Navenda Nûçeyan - Doza der barê damezrênerê Weqfa Hîranurê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga yê Yusuf Ziya Gumuşel de dema ku keça xwe H.K.G di 6 saliya xwe de bi Kadîr Îsteklî yê 29 salî re “bi merasîmeke olî” da zewicandin û bi salan rastî êrîşa zayendî hat, berdewam kir.

3’emîn danişîna dozê ku piştî ku Dadgeha Îstînafê ceza kêm dît û dosya şandin 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê û ji nû ve dest pê kir, hat dîtin. Ji ber ku hin parêzerên bersûc bi hincetan beşdarî rûniştina li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluya Stenbolê nebûn, dadgehê danişîn taloqî 23’ê Îlonê kir. Hat diyarkirin ku dadgehê cara dawî dem daye.

Îstînafê biryarê betal kiribû

Di rûniştina biryarê de ku di 23’ê Cotmeha 2023’an de li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluya Stenbolê hat dîtin, ji bersûc Kadîr Îsteklî 30 sal, li bav Yusuf Ziya Gumuşel 20 sal û ji dayîk Fatma Gumuşel re jî 16 sal 8 meh cezayê girtîgehê hat dayîn. 20’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Stenbolê biryar betal kir û diyar kir ku divê cezayê ku li bersûcan tê dayîn bê zêdekirin.

Dadgehê diyar kir ku bersûc Kadîr Îsteklî ji ber sûcên “îstîsmara zayendî ya bi nîtelîk ya li ser zarokan” ya di navbera salên 2004-2013’an de û “Êrişa zayendî ya bi nîtelîk li dijî hevjîna xwe” ya sala 2020’an diviyabû bi 2 cezayên cuda bên cezakirin, lê ji bo sûcek tenê hat cezakirin. Herwiha da zanîn ku divê cezayên bersûc Fatma Gumuşel û Yusuf Ziya Gumuşel ji ber ku dê û bav in li gorî qanûnê bê zêdekirin.