‘Divê welatên koalîsyonê li dijî DAIŞ’ê tekoşînek cidî bidin meşandin’

Seroka Komîteya Perwerdeyê ya Reqayê Zuleyha Ebdî destnîşan kir ku têkoşîna QSD'ê bi tena serê xwe li dijî DAIŞ'ê têr nake û got, ev yek ji bo cîhanê xeternak e û got ku divê welatên koalîsyonê di vê mijarê de helwesteke cidî nîşan bidin.

SIBELIA EL-IBRAHIM

Reqa– DAIŞ a ku piştî êrîşa 22’ê Adarê ya li Moskova ya Rûsyayê li salona konserê ku di encamê de 143 kes mirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn, dîsa ket rojeva cîhanê, li dijî Sûriyeyê û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşan pêk tîne. Çeteyên DAIŞ'ê ku li dijî herêmên berê yên weke Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrezorê dagirkiribû êrîşan pêk tîne û ji aliyê dewleta Tirk ve jî tê destekkirin.

Seroka Komîteya Perwerdeyê ya Reqayê Zuleyha Ebdî der barê gefên çeteyên DAIŞ'ê de ji ajansa me re nirxandin kir.

'Xeterî berdewam dike'

Zuleyha Ebdî bal kişand ser wê yekê ku li parêzgeha Reqa ku ji aliyê DAIŞê ve weke paytexta xîlafetê hatibû ragihandin, êrîşên taybet hatin kirin û got: “Par sala borî êrişî endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li rojavayê parêzgehê kirin, îsal jî êrişî endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li rojavayê parêzgehê kirin. Hema hema di heman demê de êrîş kirin. Ji bo vê jî her sal Reqa rastî êrîşa şaneyên DAIŞ’ê tê. Herêmên ku ewle û aram bûne hê jî bi êrîşên terorîstî re rû bi rû dimînin. "Dikare bê gotin ku hîn metirsî heye ji ber îdeolojiya tund a bandorên serdema DAIŞê.”

'Welatên koalîsyonê ne cidî ne’

Zuleyha Ebdî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Heta niha welatan malbatên çeteyên DAIŞ’ê paşde negirtine. Teqîna li Rûsyayê jî nîşan dide, metirsiya DAIŞ’ê li hemû cîhanê berdewam e. Lê belê di şerê li dijî DAIŞ'ê de di hevkariya  koalîsyonê bi QSD'ê re ne cidî ye. DAIŞ li gor cezayê ku heq dikir nehat darizandin Ji ber vê yekê dibe ku DAIŞ dîsa zindî bibe."

'Hikûmeta Şamê nikare herêmê biparêze'

Zuleyha Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk li pişt çalakiyên zêdebûyî yên DAIŞ’ê yên li herêmê û cîhanê ye û wiha dewam kir: “Me dît ku piştî erêkirina peymana civakî çi qewimî, di nav de êrîşên binesaziyê yên bi armanca têkbirina îstiqrarê jî hebûn. Derketina DAIŞ’ê polîtîkayek cîhanî ye. Ji ber vê sedemê li Sûriyeyê dem bi dem em qetilkirina mirovên bêguneh ên ku debara xwe dikin dibînin. Ev îspata wê yekê ye ku hikûmeta Şamê nikare herêmê bi awayekî mîna wek QSD ji bo parastina xaka Sûriyê û rizgarkirina bajarên dagirkirî kir biparêze."