Li Mexmûr Mîhrîcana 4’ê Nîsanê bi pêşangehê didome

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) 16’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ku ji aliyê Qada Perwerdê ve tê amadekirin bi vekirina pêşangehê berdewam dike.

Mexmûr - Bi boneya pîrozbahiya 4’ê Nîsanê ango rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal li wargeha penaberan a Mexmûrê ji aliyê Qada Perwerdê ve Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê tê lidarxistin. Di mîhrîcanê de destpêkê di navbera dibistanên li wargehê de turnuvayên futbolê yên keç û xortan tên lidarxistin.

Pêşangeha ku ji aliyê endamên Atolya Şehîd Delîla û xwendekarên dibistanên Seretayî, Navîn û Amedeyî ve hat amedekirin û ji gel re hat pêşkêşkirin. Di pêşangehê de tabloyên ji aliyê endamên Atolya Şehîd Delîla, ji hemû dibistanên di nava wargehê de jî, xwendekar bi helbest, wêne, dariştin, xaniyên ji heriyê, kon û gelek cûrên din yên wêneyan beşdarî pêşangehê bûn. Beşek ji pêşangehê jî ji bo xwendekarên Navenda Hêvî ya dibistana zarokên xwedî pêdawîstiyên taybet hatiye veqetandin.

Beriya pêşangeh were vekirin ji bo tevayî giyanê cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û piştre axaftina vekirinê ji aliyê endama Atolya Şehîd Delîla Şîrîn Kara ve hat kirin.

‘Tecrîd asteng ji bo ku em xwe bigihînin Rêbertî’

Şîrîn Kara di destpêka axaftina xwe de 4’ê Nîsanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Gelê Kurd rojbûnê Rêber Apo ji bo xwe wek vejînek dibîne û bi wê hest û keyfxweşiyê vê rojê pîroz dikin. Em jî wek gelê Mexmûrê 16 salin bi heman armancê mîhrîcanek Çand û Werzîşê vê rojê pîroz dikin. Ev 3 sal zêdetirin tecrîdek ser Rêber Apo heye, agahî jê nayê girtin, lê ev li pêşiya girêdanbûna me ya bi Rêber Apo re nabe asteng, ew di fikir û hestên me deye.”

Wê pêşangeh heta 4’ê Nîsanê ji gel re vekirî be û wê sibe danê siharê jî pêşbirkên werzîşî yên di navbera dibistanan de li saha futbolê were li darxistin.