‘Divê jin di bin banê Meclisa Jinan a Sûriyeyê de bibin yek’

Edama Komîteya Dîplomasî ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Waad Al-Wajrî bang kir ku ji bo jin li cîhanê bibin xwedî dengekî bi hêz û ji bo zagonên ku jinan diparêzin ava bikin, di bin banê Meclisa Jinan a Sûriyeyê de werin ba hev.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo- Bi armanca bihêzkirina pêştevaniya di navbera jinan de û ji bo ku mafên xwe bixin ewlehiyê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê di sala 2017’an de li Qamişloyê hat avakirin, siyastemedarên serbixwe, parêzvanên mafên jinan, rêxistinên jinan û sendîkayan jî digre nava xwe. Hedefên herî girîng ên Meclisa Jinan a Sûriyeyê, ew in ku ji bo avakirina civakeke demokratîk a Sûriyeyê, sistemek xwe dispêre azadiyê, balê dide çareserî, exlaqî û bi krîza Sûryere ji bo hemû nasnameyan azadî, demokrasî û ne navendî û pirîalî were pêkanîn.

Endama komîteya dîplomasiyê ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Waad Al-Wajrî der barê xebatên ku ji avabûna Meclisa Jinan ya Sûriyeyê ve heta niha dane meşandin de wiha got: “Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi armanca ji bo jinan edalet û civakeke û demokrasiyê pêk tîne, hewl dide enerjî û hewldanên jinên Sûriyeyê bike yek. Hemû rêxistin, sendîka û femînîstên serbixwe digre nava xwe. Ji bo pêşeroja Sûriyeyê û pêşxistina sîstemê, ji bo jin bejdarî muzakereyan bibin, distûra bingehîn binivîsin girêdayî yekitiya eniya xwe ne.”

‘Hewce bû platformeke ku jinan bîne ba hev were avakirin’

Waad Al-Wajrî bal kişand ku li Sûriyeyê jin ji ber her cureyê bêedaletî û polîtîkayên zayendperestiyê êşê dikşînin û anî ziman ku meclisê der barê kêmkirina tundiya li dijî jinan û polîtîkayên kêmkirina rola wan di civakê de xebatê daye meşandin û ev tişt got:

“Em hewl didin balê bikşînin ser binpêkirinên ku jin rastî wan tên belge bikin. Der barê mafê wan de lihevkirinên navnetewî û peymanan de tiştên pêwîst bikin. Di sîstema desthilatdariyê de jin ji mafên xwe yên zagonî, siyasî, hiqûqî û civakî bêpar tên hiştin divê zagonên dînî orf û edet û mîrasên çandî neyên jibîrkirin. Pirsgirêka jinan ne nû ye lê belê di demên şer û pevçûnan de êşên ku dikşînin zêdetir bûne. Ji ber vê ji bo di navendên biryardayînê de bibin xwedî rolên girîng hewce bû platformek ku jinan bîne ba hev û bi pêş bixe were avakirin.”

‘Me di xwegihandina jinên li herêmên dagirkirî de zehmetî kişand lê em bi ser ketin’

Waad Al-Wajrî anî ziman ku weke meclis di xebatên ku dane meşandin de herî zêde di xwegihandina jinên Sûryeyî yên li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin zehmetiyan dikşînin û wiha domand: “Ji bo pêşxistina jinên Sûryeyî û hemû jinan di bin banê Meclisa Jinan a Sûriyeyê de binîn ba hev me çarçoveya xebatên meclisê berfireh kir. Me wisa kir ku ji heqê hemû zehmetiyan derbikevin.” Waad Al-Wajrî destnîşan kir ku meclis bi diyalog û semînerên hatine avakirin, ji bo jinên li hemû bajaran binin ba hev û yekbûna vizyona femînîst avêtina gavên giring bi serxist û wiha got:

“Di dema şoreşa Rojava de Meclisa Jinan ji bo hemû jinên li Sûriyeyê azadî, perwerde û ji bo cihê xwe di civakê de îsbat bike perwerde û atolye em li dardixin. Di bin banê meclîsê de xebatên me yên ji bo hejmara jinan zêde bibe û mezinkirina piştevaniyê bi awayek serkeftî pêşde diçe.”

‘Jin dibînin ku şoreşa Rojava bêhempa ye’

Waad Al-Wajrî amaje bi wê yekê kir ku di konferansa meclisê de li hemû bajarên Sûriyeyê zêdeyî 200 jin hatine ba hev û got: “Ev ji bo me bû gavekî gelek girîng. Ji ber bi riya konferansê der barê planên pêşerojê yên meclisê de, dayîn û standina fikir çêbû. Di heman demê de me karî rola jinan di partiyên siyasî de çalak bikin û bi taybet ger were li berçav girtin herî zêde jin ji şer bandor bûne, ji bo em wan bixin nava civakê em xebat didin meşandin.”

Waad Al-Wajiri diyar kir ku jin dibînin şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê bêhempa ye û wiha got: “Şoreş bi ser ket û di civaka bakur û rojhilatê herêmê de guherînek redîkal ava kir. Ev şoreş ‘Şoreşa jinan e.’ Jinên li herêmê bi pêşengiya jinên Kurd di her qadê de xwe îsbat kirine. Di dema civîn û konferansan de nêrînên jinan ew bûn ku dengê xwe, der barê pirsgirêkên jinan de bigihîjînin hemû cîhanê. Ji bo vê yekê me balê kişand ser hewldanên femînîst.”

‘Divê jin hewldanên xwe bikin yek’

Waad Al- Wajrî anî ziman ku ji destpêka krîza Sûriyeyê ve heta niha jin ji şer û pevçûnên li Sûriyeyê bi bandor bûne û got: “Ji bo li cîhanê em bibin xwedî dengekî bi hêz û xwedî hebûna xwe divê zagon û quralên ku jinan diparêze ava bikin divê jin di bin banê Meclisa Jinan a Sûriyeyê de hewldanên xwe bikin yek.”