'Divê hemû berpirsyar bên darizandin '

Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya DEM'ê di salvegera 29'an de kesên di Komkujiya Gaziyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û got: "Divê hemû berpirsyar û rayedarên tiliya wan di komkujiyê de heye bên darizandin û cezakirin."

Navenda Nûçeyan- Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê bi boneya 29’emîn salvegera Komkujiya Gaziyê daxuyanî da û got ku tevî dîmenan jî kujer heta niha hatine parastin. 

Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 29’emîn salvegera qetilkirina 23 kesan û birîndarkirina bi sedan kesan a li Taxa Gaziyê ya Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku komkujî bi gulebarankirina 3 qehwexaneyên li Taxa Gaziyê ku piranî welatiyên elewî diçûnê dest pê kir û di nava 4 rojan de li Taxa Gaziyê û Umraniyeyê 23 kes hatin qetikirin û 653 kes jî birîndar bûne. 

‘Hêzên dewletê welatiyên elewî bi eşkereyî hedef girtin’

Daxuyanî bi îmzeya hevberdevkên komîsyonê Yuksel Mutlu û Mahfûz Guleryuz hate weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevî ku bi dîmenan derket holê ku hêzên dewletê welatiyên elewî bi eşkereyî hedef girtine jî kujer heta roja jî hatine parastin. Bi domdarî hat destnîşankirin ku li polîsên kujer cezayên biçûk hatin birîn û berpirsyar û rayedarên di komkujiyê de tiliya wan hene jî piştre bi parlamenterî û wezîrtiyê hatine xelatkirin. 

Bi domdarî hat diyarkirin ku 12’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Anadoluyê ya Stenbolê bêyî îdiayên parêzeran lêkolîn bike û nakokiyên di biryara DMME’yê de ji holê bên rakirin, ji bo 231 polîsan biryara beraetê da û hêj ji bo demborinê 2 sal mabûn ku di 18’ê kanûna 2023’yan de dosya girt. Hevberdevkan xwestin ku dîsa lêpirsîn û darizandin were destpêkirin û divê hemû berpirsyar û rayedarên tiliya wan di komkujiyê de heye bên darizandin û cezakirin. Herî dawî jî hat gotin ku dê hesaba komkujiyan were pirsîn.