Di 24 saetên dawî de 5 jin hatin qetilkirin, mirina 3 jinan bi guman e

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 5 jin ji aliyê mêrên ku pê re zewicîn ve hatin qetilkirin û mirina 3 jinan jî weke bi guman hat qeydkirin. 1 jin ji aliyê mêrê ku pê re zewicî birîndar bû.

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyeyê di navbera salên 2018-2023’an de hezar û 897 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Di heman salan de mirina hezar û 123 jinan wek bi guman hat tomarkirin. Her roj komkujiyeke nû li ser jinan tê zêdekirin. Li welat ji ber polîtîkayên mêr desthilatdariyê qetlîamên jinan, tundiya li ser jinê û mirinên bi guman ên jinan zêde dibin.

Li Tirkiyeyê di nava 24 saetên dawî de 5 jin ji aliyê mêrênku  bi wan re zewicîn ve hatin qetilkirin, 3 jinan jî di bin şert û mercên bi guman de jiyana xwe ji dest dan. Jinek ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû bi kêrê birîndar bû.

*Li navçeya Karabağlar a Îzmîrê Zahîde Yurtkal ji aliyê Tamer Yurtkalê ku pê re zewicî bû  û derbarî wî de biryara durketinê hebû  hat qetilkirin.

*Canan K. ya ku li navçeya Galîpolî ya Çanakkaleyê ji aliyê kurê xwe ve hat qetilkirin.

*Li Semsûrê Naîle Y. Ji aliyê A.Y. ku pê re zewicî bû hat qetilkirin.

*Li navçeya Sancaktepeya Stenbolê Duygu C. ji aliyê Denîz C. U pê re zewicî bû hat qetilkirin.

*Melek Saltan li Şirnexê di mala xwe de bi guman jiyana xwe ji dest da.

*Li Antalyayê welatiya Qirgiz Salîma Omarova di mala xwe de mirî hat dîtin.

*Li navçeya Alanya ya Antalyayê cenazeyê Havva Sönmez di hewza avdanê de hat dîtin.

*Li Wanê jina bi navê Z.Ş ji aliyê hevserê xwe ve hat kêrkirin. Jina birîndar li nexweşxaneyê hat dermankirin.

*Li Antalyayê jina bi navê Antika Ayer ji aliyê Vezîr Ayer ve ku der barê wî de biryara durketin hebû hat qetilkirin.